Şoreşgerên Tirkiyeyî ji bo eniya enternasyonal bang kirin

Şoreşgerên Tirkiyeyî ji bo eniya enternasyonal bang kirin

Hêza Azadiyê ya Yekbûyî a ji rêxistinê şoreşger û sosyalîst ên li Tirkiyeyê pêk tê, di nava berxwedana Kobanê de damezrandina xwe îlan kir. Berdevkê Hêzê Îlyas Hekîmoglû got, "Di serî de şoreşgerên Tirkiyeyî em bang li komunîstên li tevahiya cîhanê dikin, ku li Kobanê hêviyê mezin bikin. Li eniya enternasyonalîst em li benda wan in."

Hêza Azadiyê ya Yekbûyî (HAY) a ji rêxistinê şoreşger û sosyalîst ên li Tirkiyeyê pêk tê, di nava berxwedana Kobanê de damezrandina xwe îlan kir.  Li ser navê Hêzê Azadiyê ya Yekbûyî Îlyas Hekîmoglû daxuyanî da. Hekîmoglû bibîr xist, ku berxwedana Kobanê di roja 84. de dewam dike û ragihand ku çeteyên DAIŞ'ê yên di bin siya hêzên emperyalîst de tevdigerin, kêm maye ji temamiya bajêr bên qewirandin.

"KOBANÊ KOMUNA PARÎSÊ YA SEDSALA 21'Ê YE"

Hekîmoglû da zanîn ku berxwedana Kobanê, Komuna Parîsê ya sedsala 21'ê ye û ev nirxandin kir: "Li erdnîgariya Rojhilata Navîn ku barbariya kapîstalîst û hesabên hovane yên emperyalîst lê tên kirin; modela Rojava ya ku dixwaze jiyaneke alîgirê demokrasî, azadî, komunal û antî-kapîtalîst ava bike û ji bo vê li ber xwe dide, jiyaneke enternasyonalîst pêşkêşî tevahiya gelên Rojhilata Navîn û cîhanê dike. Kobanê ne ya yekemîn e, wê nebe ya dawî jî."

'KOMUNÎST DOSTÊN RASTÎ YÊ GELAN E'

Hekîmoglû diyar kir ku Kobanê gundê Ortaklar ê Şêx Bedreddîn e û got, "Agirê çirûska Bedreddîn li gundê Ortaklarê pê xistiye. Gelên Rojhilata Navîn ev berxwedan bi tenê nehiştine. Dostên rastî yên gelên bindest ne patron jî yên bi sextekarî rondikan dibarîne, ne jî yên silava 'rabîa' didin e. Komunîstên di salên 70'yî de li Fîlîstînê, di 80'yî de li Lubnanê, di 90'î de li çiyayên Kurdistanê şer kirin û berdêl dan, dostên rastî yên gelan e."

BANGA JI BO ENIYA ENTERNASYONAL

Hekîmoglû da xuyakirin ku şoreşgerên Tirkiyeyî ji bo di bin sîwanê Hêza Azadiyê ya Yekbûyî roleke dîrokî bilîzin îro li Kobanê ne û ev bang kir: "Ruhê enternasyonal ê duh li Spanyayê, îro li Kobanê tê jiyîn. Di serî de şoreşgerên Tirkiyeyî em bang li hemû komunîstên li tevahiya cîhanê dikin ku vê hêviyê mezin bikin. Li eniya enternasyonal em li benda wan in."