Şoreşgerên Emerîka Latînî azadiya Ocalan xwestin
Şoreşgerên Emerîka Latînî azadiya Ocalan xwestin
Şoreşgerên Emerîka Latînî azadiya Ocalan xwestin
Li Emerîka Latînî, rêxistinên civakî yên sivîl ên pêşverû û şoreşger, Meclîsa Parzemînî ya Tevgerên Civakî (ALBA) damezrandin. Di damezrîna ALBA de Koma Civakên Kurdistanê KCK jî amade bû.
Kongreya Tevgera Gundiyên Bê-erd, di navbera 16-20'ê Gulanê de li Dibistana Netewî ya Florestan Fernandes a li gundê Guararema yê nêzî paytexta Brezîlya Sao Paolo hate lidarxistin. Kongre yadî lîderê Venezûelayê Hûgo Chavez ê di meha Adarê de jiyana xwe ji dest da, hat kirin. Ji bo kongreyê Koma Civakên Kurdistan KCK jî weke mêvanê rûmetkar hat vexwendin û endamên Komîteya Piştgiriyê ya Emerîka Latîn û Kurdistanê, cihê xwe girtin. Her weha li salona kongreyê lê destpê kir, alên KCK'ê jî hatin daliqandin.
Ji Meksîka, Guatemala, El Salvador, Nîkaragûa, Hondûras, Porto Rîco, Giravên Domînîk, Haîtî, Panama, Kuba, Ekvador, Venezûela, Kolombîa, Paragûay, Şîlî, Perû, Arjantîn, Ûrûgûay, Brezîlya, Bolîvya û Kanadayê 200 delege beşdarî kongreyê bûn. Ji welatê mijara gotinê, sendîkayên karker û gundiyan, rêxistinên civakî yên sivîl, tevgerên ciwan û xwendekaran, komunên li hin welatan dixebitin, meclîsên gel, tevgerên jinan, platformên aştiyê, tevgerên parazvanên xwezayê û saziyên perwerdeyê di kongreyê de cih girtin û gotûbêj jî bi şêweya komîsyonan hatin kirin.
Di kongreyê de bi sernavên "Dewlet û deshilatdarî", "Li dijî êrişên emperyalîst parastina rewa", "Piştgiriya navbera gelan", "Li welatên hêzên çepgir deshilatdarin, zêdekirina tevlêbûna tevgerên civakî ya li deshilatdariyê", "Jin û neheqiya zayendî", "Şêweyên têkiliya yekser a navbera gelan" civîn hatin lidarxistin.
Her weha li ser pêvajoyên diyalogê yên li Kolombiya û Tirkiyê, analîz û civînên nirxandinê hatin kirin. Rojnamevan û sosyolog Mehmet Alî Dogan ku weke axaftvan hat vexwedin, di semînera xwe ya li kongreyê de behsa rewşa heyî pêvajoya çareseriyê ku bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kiriye, sedemên biryara vekişîna HPG'ê, nêzîkatiyên dewleta Tirk, AKP'ê û welatên emperyalîst ên li herêmê, pêkhatina sosyalîzma komunîtan û konfederal a li Rojavayê Kurdistanê bi nêrîna "Konfederalîzma demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, kir.
Heyeta Kolombiyayê jî di vê civînê de da xuyakirin, ku pêkanînên antî-demokratîk û kontr-gerîla yên Tirkiye û Kolombiyayê weke hev in û ji ber aqilmendên van herdu dewletan Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê ye, herdu jî gelekî dişibin hev.
Heyeta Bolîvyayê jî kampanya "Ji Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî" da naskirin û hemû delegeyên kongreyê jî kampanya îmze kirin. Her weha biryar hat stendin, ku hemû delegeyên kongreyê, metna kampanya îmzeyan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibin welatê xwe û îmzeyan berhev bikin. Encamên kampanyayê jî wê di dema pêş de ji komîteya amadekar re bê ragihandin.
Di kongreyê de her weha biryar hat dayîn, ku ji bo danasîna Kurdan li welatên Emerîka Latînî hin rêzeçalakî werin lidarxistin. Di civînên navbera heyetên Kolombiya û Kurdistanê de biryar hat dayîn ji meha Tebaxê û pê ve, bi vê armancê hin rêzekonferans, pêşandana fîlmên kurdî û çalakiyên çandî werin lidarxistin.