‘Şoreşa Rojava gav bi gav hate hûnandin’
‘Şoreşa Rojava gav bi gav hate hûnandin’
‘Şoreşa Rojava gav bi gav hate hûnandin’
Partiya Guherînê ya Demokratîk a Mezopotamyayê, derbarê yekemîn salvegera Şoreşa Rojava de daxuyaniyek da û diyar kir ku, bi têkoşîna azadiyê ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin re hîmê vê şoreşê pêngav bi pêngav, li gorî deman heta roja me ya îro hatiye hûnandin.
Li ser navê gelên Asûrî, Suryanî û Keldanî Partiya Guherînê ya Demokratîk daxuyaniyek da û yekemîn salvgera Şoreşa Rojava silav kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku, bila li gelê Kurd, gelan û demokrasiyê pîroz be û bi dîroka têkoşîna azadiyê hîmê vê şoreşê pêngav bi pêngav hatiye avêtin.
Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Bi vê wesîleyê em Ocalan, gelê Kurd û welatparêz silav dikin. Em şehîdê vê şoreşê heval Xebat bi rûmeteke mezin bibîrtînin.”
Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Li Rojhilata Navîn bi destpêkirina aloziyan re, gelê Kurd bi îradeya xwe ya azad, bi têkoşîna demokratîk, li qada Sûriyeyê ji rejîmê cuda, ji polîtîkayên girêdayê modernîteya kapîtalîst dûr, li gorî çemka pêvajoyê, ji bo jiyaneke wekhev mafên demokratîk yên çandî û baweriyan li ber çavan girtiye û riyeke sêyemîn şopandiye. Ev alternatîfa gelê Kurd şopandiye serkeftineke mezin pêk aniye.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, bi saya vê rêxistinê, ji çemkên şerê qirêj yê mezhebî, olî û yek-netewî hatiye dûrxistin û hate gotin ku, “Ji polîtîkayên Rojhilata Navnîn re hate nîşandan ku, herkes dikare bi cewherê xwe bi awayekî aştiyane û li gel hev jiyan bike. Li ser vî bingehî; Asûrî/Suryanî/Keldanî, Ermenî, Ereb, Tirkmen, Çerkez û whd sempatiya kesimên din qezenc kiriye.
Alternatîfa demokratîk ya sêyem ku di pêşengtiya gelê Kurd PYD û YPG’ê de tê birêve birin, bihara rastîn ya li Rojhilata Navîn e. Ev bihara ku vê perspektîfa dişopîne, xwe dispêre mirovahî, demokrasî û wekheviya gelan. Dema ku li cihêrengiya gelên Rojhilata Navîn tê meyzandin, ji bilî vê perspektîfê çi çareseriyek din çênedibû.”
Di daxuyaniya ku bibîr dixe, li welatên weke Misir û Tûnûsê mafên demokratîk yên gelan ku bi salan hatin tepisandin, hatin ber teqînê û wiha hate gotin: “Ev teqîn li dijî sîstema yekane ya bi salane bi destê Modernîtay Kapîtalîst tê birêve birin bû, ji bo ev teqîna civakî li ser bingehê şoreşa demokratîk bi encam nebe, Modernîteya Kapîtalîst tevgerên senteza lîberal Îslam xistin dewrê, berê şoreşa demokratîk ya civakî guhert. Dest jê berde guherînê bîne van tevgeran, di her alî de bêçareserî kûr kir. Mînakek ya vê kaosê: Li Misrê hikumeta Mûrsî bi derbeya leşkerî bidawî bû. Gelo dê demokrasî hatiba Misrê?
Tevayî ev rewş ku pêş dikevin, Şoreşa Rojava bi alternatîfeke demokratîk a sêyemîn pêş dikeve, di raya giştî ya cîhanê de dibe xwedî prestîj. Êdî her kesî baş dizanîbû ku çareseriyeke ji bilî alternatîfeke demokratîk a sêyemîn, nikarîbû tevayî pirsgirêkên ku li Rojhilata Navîn hene çareser bike. Ev çemka çareseriya demokratîk nedihat hesabê hêzên emperyal, tekperest, fanatîk û antî-demokratîk. Ji ber vê her çi qasî xwestin vê alternatîfê bi piştgiriya Tirkiyeyê re, bi rêxistinkirinên çete yên ji nirx û qîmetên mirovatiyê bêpar bifetisînin jî bi ser neketin. Gelê Kurd bi dilsoziya nirx û qîmetê mirovatiyê re bi pêşxistina qehremaniyeke mezin şer kir. Di merheleya ku em gihiştinê de gelê Kurd li ser gelê Rojava re ku hewl dide jiyaneke bi rûmet, azad û wekhev bi gelan re bigihîne pergalekê dîsa El Nursa, li deverên wek Serêkaniyê, Girê Spî û hwd. bi rengekî ji çemka şer dûr, bi awayekî hovane û çemka Îslamî ku li gorî berjewendiyên xwe bi kar tîne li hemberî gelê Kurd di nav êrîşeke bêexlaqî de ne. Van hêzên ku êrîşên bi awayî destek dikin, êrîşên wiha pêk tînin em nalet û şermezar dikin.”
Partiya Guherînê ya Demokratîk a Mezopotamyayê balkişande ser ku, ev êrîş di kesayeta Şoreşa Rojava de, ev êrîşeke li dijî demokratîkbûyîna azadiya gelan û diyarkir ku, “Em şerê bi rûmet yê YPG di pêşengtiya gelê Kurd de li dijî Eniya El Nusra û piştevanên wan silav dikin, piştgiriyê didinê û her wiha weke şerê demokrasiyê dibînîn.
Li ser vî bingehî em bang li gelên Asûrî/Suryanî/Keldanî û ji bo pêşeroja demokratîk ya gelan vî şerê birûmet weke pêşketinên xwe bibînin û di nav de cih bigirin.”