Şopên Wahşeta DAÎŞ’ê: Li Felûceyê goreke komî hat dîtin
Hêzên Iraqê goreke komî ya ku 400 cenaze tê de bûn, li herêma El Seqlaviye ya nêzî bajarokê Felûceyê dîtin.
Hêzên Iraqê goreke komî ya ku 400 cenaze tê de bûn, li herêma El Seqlaviye ya nêzî bajarokê Felûceyê dîtin.
Li gor agahiyên hêzên Iraqê, ji El Sûmeriye re di dema operasyona rizgarkirina Felûceyê de li herêma El Seqlaviye ya dikeve 10 kîlometriya bakurrojavayê Felûceyê goreke komî hate dîtin.
Li gor heman çavkaniyê dema ku hêzên artêşa Iraqê û Heşd El Şeebî eraziyên mayînkirî paqij dikirin li herêma El Şuheda ya El Seqaviyê ev gor dîtine. Di vê gorê de nêzî 400 cenazeyên kesên leşkerî û sivîl hatin dîtin.
Li gor heman çavkaniyê kesên di gora komî de piraniyan wan leşkerên Iraqê bûne ku di dawiya sala 2014’an û destpêka 2015’an de di êrîşa çeteyan de hatine kuştin.
Fermandariya hevbeş a operasyona Felûceyê roja 4’ê Hezîranê ragihand ku nahiyeya El Seqlaviye ya dikeve 16 kîlometreya bakurê Felûceyê ji çeteyan paqij kirine.
Beriya niha jî di roja 26’ê Gulanê de hêzên Iraq û Heşd El Şeebî nahiyeya El Kereme ya dikeve başûr rojhilatê Felûceyê rizgar kiribûn. Bi rizgarkirina El Seqaviyê re tenê 2 km ji navenda bajarê Felûceyê re dimîne.
Operasyona rizgarkirina bajarokê Felûce ya ser bi parêzgeha Enbarê di roja 23’ê Gulanê de destpê kir. Nêzî du hefteyan e berdewam dike.