Snowden wê li Rûsya bimîne

Snowden wê li Rûsya bimîne

Edward Snowden ê şopandin û guhdarîkirinên Daîreya Ewlekariya Neteweyî ya Amerîkayê (NSA) kifş kir, tê gotin ku serlêdana xwe ya penaberiyê ya li Elmanyayê nû nekiriye. Snowden xwedî mafê penaberiyê yê 3 salan e, ku Rûsyayê daye wî.

Snowden, ku di Hezîrana 2013'an de li Rûsyaya xwe lê girtî, bi weşandina bi mîlyonan belgeyên NSA re skandeleke mezin derxist holê, hat ragihandin ku serlêdana xwe ya penaberiyê ya li Elmanyayê kiribû, nû nekiriye. Di bersiva ji bo pêşniyarpirsa Partiya Çep (Die Linke) ya li Hikûmeta Federal de hat ragihandin ku serlêdana destpêkê ya Snowden a ji bo penaberiyê, di Mijdara par de hatiye redkirin û piştre ti serlêdan nehatiye kirin.

Elmanyayê bi hinceta 'ti sedemên' mafê penaberiyê neçar bike nîne, serlêdana Snowden red kiribû.

Ji Snowden re, ku ji Hezîrana 2013'an û vir ve li Rûsyayê dijî, mafê mayînê ji bo salekê hatibû naskirin, lê rayedarên Rûs îsal ev maf bi 3 salan dirêj kiribûn. Her wiha xwedî wî mafî ye ku bi şertê 3 mehan derbas neke, derkeve derveyî welat.