SKYP: Ji Ocalan re û hemû girtiyên siyasî re azadî!

Koordînasyona Partiya Ji Nû ve Damezirandina Sosyalîst (SKYP) banga tevlêbûna meşa 4’ê Mijdarê ya Dusseldorfê kir.

Koordînasyona Partiya Ji Nû ve Damezirandina Sosyalîst (SKYP) ji bo meş û mîtînga Dusseldorfê belavok û afîş belav kir.

Di belavokê de hate gotin, ‘’Ji Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî re azadî’ û bi domdarî wiha got, ‘’4’ê Mijdara 2017’an Şemiyê em ê li Dusseldorfê ya Elmanya werin cem hev’’

‘GELÊN EWROPA JÎ TÊKILDAR DIKE’

Di danezanê de hate gotin, ‘’Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komployeke navdewletî radestî dewleta Tirk hate kirin û her wiha ev 19 sal in bi heman konsensûsa navdewletî dîl tê girtin’’.

SKYP’ê bi domdarî amaje bi helwesta Elmanya kir û got her çendî li ber çavê dinyayê wek ku rêveberiya Erdogan rexne dikin xuya bikin jî ji paş ve bi rêveberiya Erdogan re bazirdaniyê dikin, çekdan difiroşin wan û bazara koçberan û siyasetê dikin. Her wiha hate gotin ên ku li Sûrê, Cizîrê, Nisêbînê dîtin ku bi çek û bombeyên wan gel hate qetilkirin û çavê xwe ji vê re gritin, helbet em dizanin dema ku li ser rêbertiya wî gelî tecrîdeke nedîtî were danîn wê deng ji xwe dernexînin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ew dixwazin dengê xwe li Elmanya bigihînin kedkarên Elmanya û gelên demokrat û tenê bi destêwerdana gelên demokratîk û kedkaran, bi zexta li ser dewletên Ewropa helwestên rastî ya li dijî Erdogan dikarin bidin, ku Erdogan li Tirkiyê faşîzmê sazûman dike.

Her wiha hate gotin dilgîtbûna lîderê Tevgera Azadiya Kurd, ku tevgera azdiya Kurd li dijî rêxistinên cîhadîst ên weke DAIŞ, El Nusra ku bi piştgiriya dîktator Erdogan û partiya wî AKP’ê li ser piyan in têdikoşe, rasterast bandorê li jiyana rojene ya gelên Ewropayê dike. SKYP’ê di daxuyaniya xwe degot êrîşên DAIŞ’ê yan jî cîhasîst ên li Ewropayê encamên şer êli Rojhilata Navîn e. Xwestina azadiya Ocalan û girtiyên siyasî ji bo gelên Ewropayê jî wê were wateya aştî, aramî û zêdetir demokrasiyê.

‘AZADIYA OCALAN WÊ RÊYA ME HEMÛYAN VEKE’

Tirk, Çerkez, Arnavût, Sûryanî, Laz, Ereb, Ermen, Kurd, Elewî, Sinnî, Xiristiyan û nasnameyên dî yên ji Tirkiyê û Kurdistanê divê li mîtînga me xwedî derkevin, ji bo ku dev ji wan polîtîkayên pirsa Kurd ku Tirkiyê her roj ji gelên dinyayê tecrîd dike, bi rêyên demokratîk çareser bibe divê zor li wê were kirin ku polîtîkayên xwe biguherin. Azadiya Ocalan, gelê Kurd, girtiyên şoreşger wê bibe ku gelê Tirk û hemû nasnameyên ku li Tirkiyê dijîn azad bibe.’’