Siyasetmedarên Kurd di hedefa MÎT’ê de ne: Doza Sayanê sîxur dest pê dike
Doza sîxurê MÎT’ê Mehmet Fatîh Sayan ê ku li Elmanyayê hatibû girtin, sibê dest pê dike.
Doza sîxurê MÎT’ê Mehmet Fatîh Sayan ê ku li Elmanyayê hatibû girtin, sibê dest pê dike.
Li Hambûrgê siyasetmedarên Kurd û Elman duh civîna hevpar a çapemeniyê li dar xistin û bang li dewleta Elmanyayê kirin ku bila Kurd nebin qurbanê têkiliyên navdewletî.
Mehmet Fatîh Sayan ê ku ji MÎT’ê re dixebite bi nûçeya Rojnameya Ozgur Polîtîkayê ya 15’ê Mijdara 2016’an deşîfre bûbû. Sayan ji 15’ê Kanûna 2016’an û vir ve girtî ye. Siyasetmedarên Kurd û Elman jî ji bo balkişandina dozê civîneke hevpar a çapemeniyê li dar xistin.
KURDAN NEKIN QURBANÊ TÊKILIYÊN QIRÊJ
Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç got ku, “Dixwazin Kurdan bikin qurbanê têkiliyên navdewletî. Gelek siyasetmedarên Kurd bûne hedefa MÎT’ê. Me agahiyên di destê xwe de dan hikumetên Elmanya, Fransa û Belçîkayê. Divê hêzên qirêj ên li pişt Sayanê sîxur werin deşîfrekirin. Kî Sayan diparêze û kê ew şand. Divê ev ev tişt werin zelalkirin. Bila ev doz jî wekî ya Gergerlîoglû nebe qurbanê siyasetê. Em dixwazin li gorî hiqûqê were kirin.”
BILA NEBE WEKÎ YA PARÎSÊ
Parêzerê Yuksel Koç Raîner Arhûs jî got ku, “Me agahiyên di destê xwe de di sala 2016’an de da polîsên Bremenê. Ji bo ku qetlîameke wekî ya Parîsê pêk neyê, me gav avêt. Ligel vî tiştî jî muwekîlê min Koç tê tehdîtkirin. Rayedarên polîsan li hemberî vê rewşê bihîstyariyeke zêde nîşan nedan.”
PÊKANÎNÊN EKONOMÎK TÊR NAKE
Parlementerê Partiya Çep ê Elmanyayê Jan Van Aken jî bi rexnekirina Erdogan dest bi axaftina xwe kir û got, “Erdogan sîxurên xwe dişîne her derê û dixwaze împaratoriyeke tirsê ava bike. Dixwaze hemû muxalîfên li dijî xwe bêdeng bike. Hikumeta Elmanyayê dixwaze van tehdîdan bi pêkanînên ekonomîk çareser bike. Lê ev jî têr nake. Beriya her tiştî divê firotina çekan were sekinandin û parvekirina îstîxbaratê ya di navbera herdu dewletan de divê were sekinandin. Kurdan bi xwe ev sîxur deşîfre kirin, dewletê xebateke ciddî nekir.”
HELWESTA POLÎSAN MIROV DIXE NAV FIKARAN
Parlementera Partiya Çep a Hambûrgê Cansû Ozdemîr jî got ku “Polîs di vî meseleyê de giran tevdigere. Vê nêzikbûna wan, me dixe nav fikaran. Ligel ku me rewşa Mûstafa Karataş ji polîsan re ragihand jî, têkildarî wî tu lêpirsîn nehatiye destpêkirin.”
ÎSTÎXBARATA ELMAN ÇI DIKE?
Hevserokê NAV-DEM'ê Tahîr Koçer jî diyar kir ku ew ji ber şerê qirêj ê li Kurdistanê tê meşandin wekî penaber hatin vir û wiha got: "Em bûn penaber û hatin vir. Ji ber ku em li vir li nirxên xwe yên çandî û neteweyî xwedî derdikevin, em her dem bûn hedefa dewleta Tirk û MÎT'a Tirk. Ji ber ku em siyasetê dikin em di hedefa MÎT'ê de ne. Wekî ku em ji ber baranê birevin zîpik li me bixe."
Koçer, anî ziman ku ew bi derfetên xwe gelek mirovên li benda provokasyonan in, bi derfetên xwe derdixin holê û teslîmî dewleta EIman dikin û wiha berdewam kir: "Em bi derfetên xwe yên kêm vê yekê dikin mirovan derdixin holê. Divê mirov ji vê sersariya îstîxbarata Elman re çi bêje?"
Koçer helwesta îstîxbarata Elman rexne kir û got: ‘’Gelo piştî bûyerek wekî komkujiya Parîsê li Elmanyayê pêk bê, wê têkeve nava liv û tevgerê. Ocaxên Osmanî, Mizgeftên DÎTÎB’ê û gelek saziyên nêzî AKP’ê navendên ajaniya dewleta Tirk e. Tevî ku ev yek tê zanîn tu gav nayên avêtin. Em wate nadin vê yekê. Li Dadgeha Eyaleta Hambûrgê saet 10.00’an di rûniştinê de hêzên demokrasiyê wê di çalakiyê de bin."
Koçer, anî ziman wê mîtîng saet di 09.30’an de dest pê bike û banga tevlêbûna mîtîngê kir.