Siûdî amade ye ku leşkeran bişîne Sûriyeyê

Rêveberiya Erebîstana Siûdî ragihand, eger pêşniyar li wan bê kirin, ew amade ne ku di nava koalîsyoneke berfireh de yekîneyên leşkerî bişînin Sûriyeyê.

Wezîrê Karên Derve yê Siûdî Adel el Cûbeyîr bi Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonîo Gûterres li payext Riyadê derkete pêşberî çapemeniyê û daxuyaniyeke bi vî rengî da.

El Cûbeyîr diyar kir, di çarçoveya koalîsyona bi pêşengiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de ew amade ne leşkeran bişînin Sûriyeyê û got, hê ji destpêka şerê Sûriyeyê ve ew li ser vê yekê difikirîn. Wezîr El Cûbeyîr diyar kir ku wan pêşniyareke bi vî rengî pêşkêşî Serokê DYA yê beriya niha Barack Obama jî kiribûn.

Di nûçeyeke rojnameya Wall Street Journal de hatibû îdîakirin ku Serokê DYA Donald Trump dixwaze hêzeke Ereb a ji gelek neteweyan li Sûriyeyê bi cih bibe. Di nûçeyê de hate ragihandin ku Trump bi vê armancê pêşniyar li rêveberiyên Erebîstana Siûdî, Qatar, Misir û Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî kiriye.

Donald Trump roja Înê jî bi daxuyaniyekê xwestibû ku welatên Ereb hê bêhtir hewl bidin. Tê îdîakirin ku bi plana bicihkirina welatên Ereb li Sûriyeyê re tê xwestin, hebûna leşkerên Amerîkî bê kêmkirin an jî qedandin.