‘Sîstema înfazê ya girtîgehan îflas kiriye’
Di çarçoveya 10-17’ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan de ji bo piştgiriya bi girtiyên nexweş re û balkişandina ser binpêkirina mafên li girtîgehan daxuyaniyek çapemeniyê hat dayîn.
Di çarçoveya 10-17’ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan de ji bo piştgiriya bi girtiyên nexweş re û balkişandina ser binpêkirina mafên li girtîgehan daxuyaniyek çapemeniyê hat dayîn.
Di çarçoveya 10-17’ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan de ji bo piştgiriya bi girtiyên nexweş re û balkişandina ser binpêkirina mafên li girtîgehan daxuyaniyek çapemeniyê hat dayîn.Di daxuyaniyê de Endamê Komîsyona Girtîgeha ya Şaxa Amedê ya ÎHD’ê Parêzer Mûhterem Suren wiha axivî: “Sîstema înfazê ya girtîgehan îflas kiriye. Li nav cîvakê ti wateya wê nemaye.”
Ji aliyê Şaxa Amedê ya ÎHD’ê, Baroya Amedê, Odeya Tabîban a Amedê (DTO) û Wekfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TIHV) ve di çarçoveya 10-17’ê Kanûnê Hefteya Mafê Mirovan de ji bo piştgiriya bi girtiyên nexweş re û balkişandina ser îhlalên mafên li girtîgehan, li pêşiya Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa D a Amedê daxuyaniyek çapemeniyê hat lidarxistin. Endam û rêveberên ÎHD, TIHV, Baro û Odeya Tabîban û xizmên girtiyan tevlî çalakiyê bûn, pankartên, “Li dijî Şer Aştî” û “Eger Ez Ê Bimirim Bila Ez Di Bin Mînareya Çar Ling de Bimirim” hatin vekirin, dowîzên ku navên girtiyên nexweş ên di girtîgehan de jiyana xwe ji dest dane li ser nivîsî hatin rakirin.
Serokê Odaye Tabîban a Amedê Doktor Cengîz Gunay destpêkê mafê axaftinê wergirt, di serî de Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî bi bîr anî. Gunay got li girtîgehan 300 jê giran 750 girtiyên nexweş hene, diyar kir ku ji bilî van jî gelek girtiyên nexweş ên nehatine tespîtkirin û hê nexweşiyên wan nehatine zelalkirin hene. Gunay got girtî ji însafa memûrên parastinê yên înfazê re tên berdan.
Gunay destnîşan kir ku nexweş nayên dermankirin û ji aliyê Wezareta Edaletê ji mirinê re tên berdan, got di hundirê sala dawî de 28 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dane. Her wiha Gunay ragihand ku merciya herî dawî ya têkîldarî rewşa girtiyên nexweş, Saziya Tipa Edlî jî bi biryarên xwe yekser dibe sedema ku girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest bidin.
Piştî Gunay, mafê axaftinê Endamê Komîsyona Girtîgeha ya Şaxa Amedê ya ÎHD’ê Parêzer Mûhterem Suren wergirt û got, “Sîstema înfazê ya girtîgehan îflas kiriye. Li nav cîvakê ti wateya wê nemaye” û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di girtîgehan de 2165 zarokên girtî an jî bi hikum hene. Cihê zarokan ne girtîgeh in, li cem malbat, mamoste û hevalên wan in.”
Suren destnîşan kir ku li girtîgehan tecrîd di asteke pir mezin de tê bikaranîn, wiha berdewam kir: “Tecrîd sûcekî mirovatiyê ye. Birêz Abdullah Ocalan ji 27’ê Tirmehê 2011’an ve di bin tecrîda giran de ye, bi parezerên xwe re nikare hevdîtinê pêk bîne. Her wiha ji 5’ê Nîsanê 2015’an ve bi heyeta HDP’ê re destûrê nadin ku hevdîtinê pêk bînin. Em careke din tînin ziman ku ev pêkanîn derveyê mirovatiyê ye. Ji ber vê jî em daxwaz dikin ku Girtîgeha zilmê ya Tîpa F ya Îmrali bê girtin.”
Piştî Suren Hanîfe Akpolat, xizma girtiyekî ye, axivî û diyar kir ku wê li dijî îhlalên mafan ên li girtîgehan her tim têbikoşin û xwedî li zarokên xwe derkevin.