Sînorê Tirkiye-Îran: Xeta kuştinên bê daraz

Sînorê Tirkiye-Îran: Xeta kuştinên bê daraz

Kuştinên bê daraz ên di sala 2012 de kuştinên bê daraz ên li ser sînorê Bakûr-Rojhilatê Kurdistanê yên ji aliyê rejîmên Tirk û Îranê ve berdewam kirin. Di encama êrîşê leşkeran de herî kêm 37 kesên ji Rojhilatê Kurdistanê hatin kuştin û di bombebaran artêşa Tirk de 2 kesên ji Rojhilatê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dan û 2 jî birîndar bûn.

Hema bêje 35 sal in rejîma Îranê li Rojhilatê Kurdistanê polîtîkayeke cûdakar pêk tîne. Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Kurd hukûmet bûtçeyê bi awayeke needalet parve dike û beşeke pir kêm dişîne Rojhilatê Kurdistanê. Rejîma Îranê li aliyekê li Rojhilatê Kurdistanê polîtîkayeke dijwar a cûdakariyê pêk tîne, li aliyeke din jî li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê daristanan dişewitîne.

LI KÛ DIBÎNIN DIKUJIN

Komeleyê da zanîn ku dewleta Îranê dixwaze bi van polîtîkayan Kurdan bi dewletê ve girêbidin û ji ber şert û mercên jiyanê li Rojhilatê Kurdistanê pir dijwar in, zêde tu alternatîfeke din ji Kurdan re nayê hiştin.

Li gorî daneyan, ji sedî 40’ê şêniya Kurdan bi birçîbûnê re rû bi rû ye û ji sedî 25’ê şêniya wê bê kar e. Ev rewş li Rojhilatê Kurdistanê gelek dijwartir e. Bi taybet malbatên Kurd ên li ser sînoran, ji bo debara xwe ya jiyanê bikin, can û jiyana xwe didin ber çavên xwe û bazirganiya sînor dikin. Kesên li ser sînor bazirganiyê dikin li kû derê bên dîtin ji aliyê leşkerên rejîmê ve tên kuştin.

Li gorî rapora Komeleya Mafê Mirovan, leşkerên Îranê ser xeta sînorê Rojhilatê Kurdistanê herî kêm 37 kes di sala 2012 de kuştin û 28 jî birîndar bûn. Li gorî raporê ev kuştinên bê daraz bi taybet li bajarên Serdeşt, Urmiye, Mako, Mahabad, Merivan, Xoy, Oşnaviye û Kamyaran pêk tên.

Li gel vana, 3 kes di bin aşûtê de man û jiyana xwe ji dest dan, 6 jî ji ber mayinên ku li ser sînor ji aliyê rejîma Îranê ve hatibûn danîn birîndar bûn. Her wiha li ser sînor 3 kes hatin girtin. Di êrîşan de 123 hesp telef bûn. Dîsa di nava salê de balafirên şer ên Tirk li 2 welatiyên Kurd ên ji Rojhilatê Kurdistaê qetil kirin û 2 kes jî birîndar bûn.

BARÊ WAN ÇI YE?

Ji ber êrîşên leşkerên Îranê, sînor veguheriye goristanan. Napirsin ka di nava barê kesên bazirganiya sînor dikin de çi heye. Rejîma Îranê tiştên ku ji derveyê welat tê weke gefekê li hember malên xwe yên xwemalî dibîne. Lê tiştên ku ev kesên bazirganiya sînor dikin ne tiştên hatine qedexekirin in û navkevin çarçoveya qedexeyên Îslamê. Bi hinceta, “qaçaxçîtiyê” dikin, di her carekê de mirovan dikin hedef û kuştinên bê daraz pêk tînin.

Li gorî tomarên ANF’ê di sala 2010 de herî kêm 68 kesên sivîl li ser sînorê Tirkiye û îranê hatin qetilkirin. Dîsa malpera Kurdpayê ragihand ku di navbera adara 2011 û hezîrana 2012 de herî kêm 100 Kurd ji aliyê rejîmê ve hatin qetilkirin û 82 jî birîdnar bûn. Lê li gorî agahiyan rastiya kesên li ser van sînoran tên qetilkirin gelek zêdetir e. Jixwe gelek ji van kuştinên bêdaraz di çapemeniyê de cih nagirtin.

Bazirganiya li ser sînor, piraniya caran bi hesp û hêstiran tê kirin. Carna jî bi wesayitan tê kirin. Di encama êrîşên li ser wesayitan pêk hatin de 5 kes ji vana jiyana xwe ji dest dan. Ji daneyên raporê jî dixuyê ku li gel astengiya rejîma Îranê, şert û mercên dijwar ên demsalî jî hene.