Sînem Muhammed: Em ê nûnertiya nû vekin

Berpirsê Nûnertiya Karê Derve yê Kantonên Rojava ên Rêveberiya Xweser, diyar kir ku wan bi nûnertiyên ku vekirine bûne muxattab û di dem apêl de ew ê li çend li welatên Ewropa û Washîngtonê jî xwe hazir dikin ku nûnertiyan vekin.

Muhammed civîna Astana jî nirxand û got, careke dî jî nûnerên tevahiya gelên Sûriyê û Bakurê Sûriyê ji nedîtî ve hatine û ji bo vê jî di civîneke wiha de ne pêkan e ku encamek derkeve.

‘WEKE MODÊLA ÇARESERIYÊ FEDERASYON XUYA DIKE’’

Sînem Muhammed diyar kir ku di salvegera nûnertiyên derve yên rêveberiya xweser de ew hewl didin ku Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê bidin naskirin.
Muhammed diyar kir ku heta niha xebatên bi armanca danasînê hin encam bi dest ve anîne û got: ‘’Heta niha çi hêzên ku em bi wan re axivîne, projeya me ya Federasyonê erê dikin, qebûl dikin. Lê gelên ku li tevahiya Sûriyê dijîn divê vê qebûl bikin û bipejirînin. Ku wan jî erê kir û qebûl kir  em ê jî bi fermî bidin naskirin. Pirsgirêka ti hêzên navnetewî bi federasyonê, bi azadî, xweseriyê re nîn e. Hemû derdorên ku em bi wan re diaxivin, dibêjin kêşeya Sûriyê encex bi modêleke wiha dikare çareser bibe.’’

‘BI FERMÎ BÛNE MUXATAB’

Muhammed diyar kir nûnertiya Rêveberiya Kantonan li Parîs, Swêd, Stockholm, Berlîn, Hollanda hene û wiha got: ‘’Nûnertiyên me xebatên dîplomatîk û nûnertiyên karê derve dikin. Li welatên ku lê hene, welatê me, şoreşa me, civaka me didin naskirin. Ew di nav têkiliyên fermî de xebatên xwe dikin. Bi hikûmetan re têkiliyê datînin. Bi parlamento, civak û saziyên civakî re têkiliyê datînin. Bûne muxatabên resmî.’’

NÛNERTIYÊN NÛ

Muhammed diyar kir ku di dema pêş de li DYE û Ewropa jî wê nûnertiyan vekin û got: ‘’Nûnertiyên kum e vekirine bi mebesta vegotina deng, berxwedan, armanca Rojava ne. Em dixwazin şoreşa xwe ya ku bi têkoşîna dijî terorîstan pêk hatî vebêjin. Ya dî jî Rojava bixwe şoreşa xwe dibêje. Ji ber ku hema hema ji her welatî ciwan di nav têkoşîna me de hene. Ji Emrîkîyan bigirin ta bi Elmaniyan ciwan di nav refên YPG, YPJ’ê, QSD’ê de hene. Hin şehîd hene. Hin tiştan em dibêjin û hin tiş jî ev mirovên leheng ji civak û gelên xwe re dibêjin.’’

‘HÊZÊN KU SIBEROJA SÛRIYÊ DIFIKIRIN’

Muhammed diyar kir ku nûnertiya siyasî û leşkerî ya Rojava û Bakurê Sûriyê li wan welatan jî zelal e û got, weke vîna siyasî ya gelên Bakurê Sûriyê rêveberiyên xweser ên kantonan, federasyon, MSD’ê têne dîtin û her wiha hêzên leşkerî YPG, YPJ, QSD têne qebûlkirin.

Muhammed bi berdewamî got: ‘’Kobanê bû mînaka vê ya herî baş. Weke hêzên pêbawer, dikarin tifaqê deynin ev hêz têne qebûlkirin. Hêzên QSD’ê jî weke hemû hêzên gelên Bakurê Sûriyê dibînin. Gel pêşî bi vîna siyasî hatin cem hev. Piştre hêza xwe ya leşkerî kirin yek, hêzeke ku welatê xwe biparêzin ava kirin. Ev hêz ne tenê ji bo Bakurê Sûriyê, ji bo hemû Sûriyê têdikoşe.’’

Muhammed li ser ‘’Pêşmergeyên Roj’ ku ENKS behs dike, got: ‘’Heta niha ti welatê ku em bi wan re didin û distênin, navê wan neanîne ser zimên. Haya rojavayiyan ji vî tiştê neyî lê behsa wê tê kirin nîn e. Jixwe weke hêz jî nayên dîtin.’’

 ‘TIRKIYE BI TEMAMÎ TÊK ÇÛ’

Sînem Muhammed li ser civîna Astana jî got, di vê civînê de herî pir Tirkiye winda kiriye, ti cihêtiya Astana ji civîn û konferansên din nîn e û wiha got: ‘’Ti çareserî ji bo kêşeya Sûriyê ya 6 salan nehate dîtin. Bi nêzîkatiya ku bi rewşa heyî were qebûlkirin, mijar hate girtin. Xwest were girtin, xitimî, xitimandin. Ji bo vê jî muxalefet û hêzên navnetewî ji Astana û hwd. qaşo dixwazin çareseriyekê derxînin. Lê ev civîn weke konferansa Cinêv 1-2-3 lê hat û weke ya Kahîre, Moskowê. Ji bo çareseriya pirsgirêka Sûriyê ti çareserî bi xwe re neanîn. Ev civîn Rûsya, Tirkiye, Îranê organîze kir. Rejîm û komên ku qaşo pê re şer dikirin anîn cem hev û xwestin agirbestê pêk bînin. Tirkiye pişta xwe da qaşo muxalefeta Sûriyê ya ku li Stenbolê li hev civandibûn. Bi vî civînê re pişta xwe da yên din jî. Tenê pişta xwe neda wan, dest bi tasfîyekirina hinan ji van jî kiriye. Ev jî encamek ji vê civînê ye.’’

‘JI TI DEVERA KU NÛNERTIYA GELÊN BAKURÊ SÛRIYÊ LÊ NEBIN ÇARESERÎ DERNAKEVE’

Muhammed got, ‘’Li qadê yên ku tevahiya Sûriyê difikire, ji bo vê têdikoşe, li çareseriyê digere tenê vîna Federasyona Bakurê Sûryê, hêzên leşkerî yên wekî QSD,YPG, YPJ ne’’ û bi berdewamî diyar kir ku ti civîn, konferansa ku ev hêz ne di nav de bin wê nikaribin bi xwe re çareseriyekê bînin. Muhammed diyar kir ku Tirkiye gelek tawîz dane da ku ev vîna siyasî tevlî civînê nebe û wiha berdewam kir: ‘’Armanc ew e ku projeya me têk bibin. Dixwazin têkiliya hêzên Sûriyeya demokratîk a bi hêzên navnetewî re qels bikin. Ji bo vê bike, muxalefeta di dest de mayî jî radest kir. Bi vî awayî bû asteng ku di vê civînê de temsîla me nebe. Lê bi temamî ji Sûriyê hate derkirin. Êdî nema dikare yek gotinê bibêje. Dema ku dixwest me biqedîne ew qediya’’

Muhammed bi berdewamî got, ji bo vê jî ji civînê ti çareserî, pêşniyar, proje derneket û qediya, ‘’Ji bo ku temsîla tevahiya Sûriyê li vê civînê nebû. Kurd, Ereb, Sûryanî, Asûrî, Çerkes, Çeçen, Tirkmen li wir nehatin temsîlkirin. Diyar bû ku temsîla tevahiya gelên Sûriyê di civînê de nebe wê ti çaresrî jê dernekeve.’’