Sibê wê karker li Îzmîrê jiyanê rawestînin

Sibê wê karker li Îzmîrê jiyanê rawestînin

7.500 karkerên di Sendikaya Genel-Îş a girêdayî DÎSK'ê, ji ber di hevdîtinên bi Şaredariya Mezin a Îzmîrê re lihevkirin çênebû wê sibê dest bi grevê bikin.

Sendikaya Genel-Îş a girêdayî DÎSK'ê û şîrketên bi navê ÎZELMAN û ÎZENERJÎ yên gîrêdayî Şaredarîya Mezîn a Îzmîrê jî ji ber di hevdîtinan de li hev nekirin sibê dest bi grevê dikin. 

Di navbera Sendîkaya Genel-Îş û Şaredariya Mezin a Îzmîrê de nêzî 7,5 meh in hevdîtin hene. Ji ber xitimandina ku rû da sendîkayê biryara grevê da û ji 26’ê Tîrmehê saet 04.00’an û şûn ve wê biryara xwe pêk bîne.

Ji ber grev ji wan re qedexe ye ajokarên otobûsan, îtfaiye, Parka Jiyana Xwezayî, Xebatkarên Servîsa Lezgîn a Nexweşxaneya Eşrefpaşa û ekîbên kanalîzasyona ÎZSU’yê wê dernekevîn grevê.

Hat ragihandin ku Şaredariya Mezin a Îzmîrê têkîldarî grevê maseya krîzê ava kiriye.