Sibe rûniştina doza siyasetmedarên Kurd dê pêk bê

Sibe rûniştina doza siyasetmedarên Kurd dê pêk bê

Rûniştina doza 17 siyasetmedarên Kurd ku bi îdîaya "Di komîteya Serokatiyê de cih digirin" tên darizandin, sibê dê li 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Stenbolê pêk bê.

Di 13'ê kanûnê de li 17 bajaran di bin navê operasyona KCK'ê de operasyon pêk hatibû. Di operasyonê de 39 kes hatin binçavkirin û di nav de Cîgira Hevseroka Giştî ya BDP'ê Fatma Kurtulan û Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî yê BDP'ê Tuncer Bakirhan jî heyî 31 kes bi îdîaya "Di komîteya Serokatiyê de cih dirin" hatin girtin.

Doza ku li 10'emîn Dadgeha Cezayên Giran ya Stenbolê pêk bê, dosya 17 kesan hate cudakirin. 17 kesên ku dosya wan hate cudakirin, îdîanameya wan hate amadekirin û dê rûniştina wan sibê 23'emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Stenbkolê ya li Çaglayanê berdewam bike.