SGDF: Mert Comert ji bo mirovahiyê ji Derya Reş herikî Kobanê
SGDF, ji bo Mert Comert ê di komkujiya li Pirûsê de birîndar bû û îro jiyana xwe ji dest da, peyamek weşand. Di peyamê de hat destnîşankirin ku wê hesap ji AKP û DAIŞ'ê bê pirsîn.
SGDF, ji bo Mert Comert ê di komkujiya li Pirûsê de birîndar bû û îro jiyana xwe ji dest da, peyamek weşand. Di peyamê de hat destnîşankirin ku wê hesap ji AKP û DAIŞ'ê bê pirsîn.
Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) ji bo Mert Comert ê di komkujiya li Pirûsê de bi giranî birîndar bû û îro jiyana xwe ji dest da, peyamek weşand
Di peyamê de hat got, "Me îro kurê serhildêr ê Derya Reş, hevrêyê xwe yê leheng Mert Comert ber bi ebediyetê bi rê kirine. Êdî hevrêyê me Mert Comert, weke qurnefîla sor a 33. navê xwe li nava nemirên Pirsûsê nivîsandiye. Serê malbata wî, hevrêyên wî û gelên me sax be."
'JI BO MIROVAHIYÊ DIÇIM'
Di peyamê de hat destnîşankirin, ku Mert Comert bi gotina 'ji bo mirovahiyê diçim', mîna çemên har ên Derya Reş, weke lehiyeke bi coş herikiye nava berxwedana Kobanê û hat ragihandin ku di vê rê de ew bûye nûnerê rûmeta mirovahiyê.
SGDF di peyama xwe de got, "Hevrê Mert Comert di 19 saliya xwe de berpirsyariyeke mezin hilgirt û ji bo ji nû ve avakirina Kobanê ket ser rê. Dixwest Serhildana Gezî û Berxwedana Kobanê bigihîne hev. Niha ew jî weke Alî Îsmaîl Korkmaz ê di temenê wî yê 19 salî de bêmirin bû, di navbera Gezî û Kobanê de pireke ti carî hilnaweşe ava kir.
Ya ku îro dikeve ser milê me û ciwanan ew e ku em merasîma hevrêyê xwe veguherînin lehiyeek ji hêrsa li dijî faşîmzê. Wezîfeya me ew e ku em ji hikûmeta AKP'ê ya bi darbeya qesrê û êrîşkariya faşîst re li dijî gelan şer îlan kiriye û ji xwedîkiriyê wan çeteyên DAIŞ'ê yên, hesap bipirsin."
Di dawiya peyamê de hat destnîşankirin ku wê ji AKP û çeteyên DAIŞ'ê hesap bê pirsîn.