Sezaî Temellî: Em ji ya xwe nayên xwarê

Wekîlê HDP'ê yê Wanê Sezaî Temellî diyar kir desthilata Tirk ji tirsan êrîşê tîne ser HDP'ê û got, ''Ê heq em in, em li cihê rast in û em ê ji ya xwe neyên xwarê...''

Wekîlê Wanê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî diyar kir AKP pirsgirêkan girantir dike û heke wiha bidomîne rojên tarî li hêviya Tirkiyê ne.

Li ser 28 wekîlên HDP'ê fezlekeyên nû ji Meclîsê re hatin şanidin. Temellî derheqê vê got, ev nîşan dide ku AKP çendî tegezar bûye û ji hêla siyasî ve bêgav maye. Temellî got, ''Desthilat bi dozên girtinê, fezlekeyan, dijminatiya li HDP'ê û gotinên hêrs û nefreyê dixwaze HDP'ê asê bike. Ev ê ti ziyanê nede HDP'ê, her kes divê ji vê êmin be. HDP di vê pêvajoyê de bi fikr, xeta xwe rêxistinî û gel xurt dibe. Ev hemû tişt ziyaneke mezin didin dahatuya gelên me, demokrasî û nirxên hevpar. Bi ya me divê her kes li ser vê mijarê bihistyar be.''

Temellî operasyonên qirkirina siyasî ya 2016'an bi bîr xist, got, ''2016'an jî em vê jiyan. Destlênedana parlamenteran rabû, di serî de Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag gelek hevalên me hatin girtin û hê jî girtî ne. Baş e ji wê demê heta niha li Tirkiy3e çi bû, her kese heke bi bîra xwe bîne û li wan deman binere, wê bibîne ku di nav van 4 salan de Tirkiye pir xitimiye. Pirsgirêk sed carî, hezar carî li xwe zêde kirin. Heke zemîneke we ya demokratîk nebe ku li Meclîsê hûn pirsgirêkan gotebêj bikin û çareser bikin ew pirsgirêk wê girantir bibin. Meseleya Kurd, meseleya demokrasiyê ya Tirkiyê, meseleya mafê mirovan, hejariyê wiha ye. HDP tam li cihekî ku li çareya van meselan digere, disekine. Tiştên ku desthilat naxwaze bibîne, bibîse nîşan dide û wan tîne ser zimên lê desthilat ji çaresernekirina pirsa Kurdan dixwe.''

Temellî bal kişande ser dema ku fezleke şandin Meclîsê û got, ''Her roja ku diçe desthilat zêdetir ber bi xilasbûnê ve diçe û zêdetir tundiyê û zextê dike.''

Temellî got, ''Herî dawî ya ku jê re 'operasyona Garê' digotin bi fiyaskoyê qediya. Hûn dibêjin hûn diçin 13 mirovan xilas bikin, bi balafir, bi tonan bome hûn xwe di ber tiştekî wiha re dikin û piştî ku bi fiyaskoyê vegeriyan li şûna ku hesab bidin civakê û bi berpirsyariya vê rabin HDP'ê dorpêç dikin û fezlekeyan tînin rojevê.  Civak nekete kemînê, li berpirs geriya. Ji ber vê ditirsin. Bi psîkolojiya kêrnehatinê bi zext û zorê tên lê nikarin ji vê xilas bibin.  Ji niha û pê de wê çi bikin ev girîng e, balkî qenciya dawî ku bikin ew e ku dev ji polîtîkaya şer û tundiyê biqerin. An na rojên pir tarî li hêviya Tirkiyê ne.''

Temellî got partiya wan wê bi paş ve gav neavêje û wiha domand: ''Em heq in, biryardar in, em ê ji gotinên xwe neyên xwarê. Em  li cihekî rast in û em ê têkoşîna xwe bidomînin. Desthilat bi tirsa vê êrîşên xwe her ku diçe zêdetir dike. Di dest wan de tenê mekanîzmaya tundiyê, hêzên wan ên çekdar hene. Desthilata ku ev bi dest xistî, ji bo berjewendiya xwe, van bi nebaşî bi kar tîne. Divê her kes hay ji vê hebe û li dijî vê têkoşîna demokrasiyê û azadiyê bide.''