Seyîd Riza û hevalên wî li Viyana hatin bîranîn

Seyîd Riza û hevalên wî li Viyana hatin bîranîn

Yek ji rêberên berxwedana Dêrsimê Seyîd Riza û hevalên wî di 77’emîn darvekirina wan de li Paytexta Awûstûrya Viyana hatin bîranîn.

Seyît Riza û hevalên wî di 77. Salvegera darvekirina wan de li  paytexta Awûstûrya Viyana bi merasîmekê hatin bîranîn.

Di bîranîna ku ji aliyê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistan (YXK) û Navenda Çandê ya Elewiyan a Awûstûrya ve hatin bîranîn, li dergeha AAKM pêk hat.

Bîranîna ku gelek kes beşdar bûn, bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Di axaftinên bîranînê de hat ragihandin ku divê tu ti carî kes ji rêya Seyîd Rêya venegere. Di axaftinan de peyama ku divê mirov timî li hember zilmê ve hat dayîn û wiha hat gotin, “Wê têkoşîna Seyîd Riza bê meşandin.”

Di axaftina li ser navê YXK’ê jî wiha hat gotin, “Wek ciwanê Kurd em serbilind in ku em li pey rêya Seyît Rizayan, Elîşêran û Zarîfeyan e.”