Seyîd Riza û hevalên wî li Melbourne hatin bibîranîn
Seyîd Riza û hevalên wî li Melbourne hatin bibîranîn
Seyîd Riza û hevalên wî li Melbourne hatin bibîranîn
Li bajarê Melbourne yê Awûstûralyayê ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistanê NAV-KURD’ê ve ji bo bîranîna Seyîd Riza û hevalên wî bernamek bîranînê hat organîzekirin.
Seyîd Riza û hevalên wî li bajarê Melbourne yê Awûstralyayê hatin bibîranîn. Bi dehan Kurdistaniyên ku tevlî bernameyê bûn ji bo Seyîd Riza û hevalên wî deqek rêz girtin. Endamê Komîsyona Perwerdeya NAV-KURD’ê Îsmaîl Guneşer axaftine kir. Guneşer got: “Hêza ku me tîne gel hev şehîdên me ne. Ger şehîdên me nebûna em nikarîbûnn bên cem hev. Tiştên ku di komkujiya Dêrsîmê de hatin kirin îro jî tên kirin. Tiştên li Dêrsimê hatin kirin îro li Şengal û Kobanê tên kirin. Em gelê Kurd ti car vê ji bîr nakin û em ê bigihînin nifşên ciwan.”
Bername bi sînevîzyon û muzîkê bi dawî bû.