Seyîd Riza û hevalên wî li Baselê hatin bîranîn

Li bajarê Baselê yê Swîsreyê Seyîd Riza û hevalên wî hatin bîranîn. Piştî merasîma bîranînê semînerek hate lidarxistin.

Di 80. salvegera Qirkirina Dersimê de Însiyatîfa Dersimê ya Baselê, FEDA û HDK'ê li bajarê Baselê yê Swîsreyê cangoriyên Dersimê bi merasîmekê bi bîr anîn. Di merasîmê de Seyîd Riza û hevalên wî hatin bîranîn. Pîr Yûsûf Boke gulbang xwend û sînevîzyona ku qala pêvajoya darvekirina Seyîd Riza dike hate nîşandan.

SEMÎNER: ÎRO JÎ KOMKUJÎ HEYE

Piştî merasîma bîranînê, semînerek hate organîzekirin û Serokê Komeleya Jinûve Avakirina Dersimê Alî Çatalcın, Lêkolînvan-Nivîskar Erdogan Yalgin, ji Înîsyatîfa Dersimê ya Baselê Munevver Coşkûn, Nûnera Meclîsa Jinên HDK’ê Munevver Îltîmûr û Pîr Yûsûf tevlî bûn.

Qisekeran diyar kirin ku qirkirina li Dersimê hatibû kirin niha jî dewam dike û işaret bi înkarkirina baweriya wan û şewitandina daristanan kirin.

Di semînerê de hate gotin, bi yekîtiya Dersimiyan û xwedîderketina li mîrateyan, pêşî li komkujiyan dikare bê girtin.

Piştî semînerê Bariş Aydin û Tayfûn Arslan hunera xwe pêşkêş kirin.