Seyîd Riza hate bîranîn
Seyîd Riza hate bîranîn
Seyîd Riza hate bîranîn
Komeleyên Dêrsimê di 77’emîn salvegera darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî de li Qada Galatasarayê çalakiyeke bîranînê li dar xistin. Dêrsimiyan di çalakiya rûniştinê de wêneyên kesên di Komkujiya Dêrsimê de jiyana xwe ji dest dan û qûrnefîl hişgirtin. Komeleyan got: “Em êdî hîle û derewan naxwazin, em rûbirûna bi rastiyan re dixwazin” û daxwaza aşkerakirina cihê gorên Seyid Riza û hevalên wî bêne aşkerakirin û înkara li hemberî çand û baweriya Elewiyan ji holê bê rakirin.
Komeleyên Dêrsimî li Qada Galatasaray ya Stenbolê di 77’emîn salvegera darvekirina Seyid Riza û hevalên wî de çalakî li dar xistin. Hunermend Ferhat Tunç jî beşdarî çalakiya bîranînê bûn û di çalakiyê de pankartên “Bila cihê gorên Seyid Riza û hevalên wî bêne aşkerakirin” “ û “Em ê hesabê Komkujiya Dêrsim 37-38 bipirsin” ên bi zaravayên Kirmanckî û Kurmancî hatibû nivîsandin hilgirtin. Di çalakiya bîranînê de mûm hatin pêxistin û wêneyên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane û qûrnefîl hatin hilgirtin. Komeleyên Dêrsimî yên ku tevlî çalakiyê bûn yek bi yek axivîn û bûyerên komkujiya Dêrsimê vegotin. Daxuyaniya bi zaravayê Kirmanckî (Zazakî) ji aliyê Hatun Esen ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku beriya 77 salan li Qada Bugday a Elezîzê Seyid Riza, Ûşenê Seydî, Findiq Axa, Hesen Biçûk, Aliyê Mîzarlî, Hesen Axa, Reşîk Ûşen, roja 15’ê Mijdara 1937’ê hatin bidarvekirin û bal kişand ser qirkirina li Dêrsimê pêk hat.
ŞERM E, ZILM E, CINAYET E!
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Dêrsimiyên hatin darvekirin, bi awayekî komî hatin darizandin û bêyi ti parastinekê bikin û bêyi ti tercuman tevlî darizandinê bibin biryara darvekirinê da. Esen got: “Sîstemek ku li ser esasê hîleyan hatiye avakirin, her tiştê înkar dike. Wê rojek were ku qanûnên ku wê bi xwe derxistiye ji ber berjewendiyên xwe nas nake. Ji bo biryara îdamê bê pirsgirêk pêk bê, xwestin temenê Seyid Riza kêm bikin. Bi pereyan şahidên derewker anîn, temenê Seyid Riza biçûk kirin.”
Esen diyar kir ku Seyid Riza di dema darvekirinê de gotiye: “Em weke Kerbelayê ne, şerm e, zilm e û cinayet e” û diyar kir ku piştî darvekirina Seyid Rizayan Dêrsim kirin gola xwînê û di nava xwînê de hiştin. Esen got: “77 sal bi ser re derbas bûn, lê heta niha cihê gorên Seyid Riza û hevalên wî nayê zanîn.”
NE DEREW Û HÎLEYAN, BI RASTIYÊ RE RÛ BI RÛ BIBIN!
Esen diyar kir ku ev mîrasê komkujiyan hikûmeta AKP’ê dewr girtiye. Esen bal kişand ser polîtîkayên durû yên hikûmeta AKP’ê yên li hemberî Elewî û Dêrsimê û diyar kir ku hikûmeta AKP’ê li pey lîstikên nû ye. Esen got:“Em êdî hîle û derewan naxwazin, em rûbirûna bi rastiyan re dixwazin” û daxwaza aşkerekirina cihê gorên Seyid Riza û hevalên wî bêne aşkerakirin û înkara li hemberî çand û baweriya Elewiyan ji holê bê rakirin."