Seyîd Oktay piştî dîlgirtina 30 salan hat berdan

Seyîd Oktay ku di girtîgehên dewleta Tirk de 30 sal hat girtin, hat berdan.

Seyîd Oktay, di sala 1993’an li Wanê hatibû girtin  û li Dadgeha Ewlehî ya Dewletê (DGM) bi îdîaya ‘’xerakirina yekîtiya dewletê’’ hatibû darizandin û cezayê heta bi hetayê lê hatibû birîn.

Oktay piştî dîlgirtina 30 salan hat berdan. Seyît Oktay di dema dîlgirtina xwe de li gelek girtîgehên wekî Dîlok, Wan, Mûş û Tokatê ma.

Oktay piştî ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Tokatê derket ji aliyê malbatê ve hat pêşwazîkirin û ber bi bajarê xwe Wanê ve bi rê ket.

Oktay di salên dîlgirtinê de pirtûkên bi navê "Bêhna Çiya", "Tabletên Aramî" û "Destana Aryen Med" nivîsî.