Seyfo Center: Wê li dijî Tirkiyê doz werin vekirin

Serokê Seyfo Centerê Sabrî Atman bal kişande ser daxuyaniya Serokê DYE'yê Joe Bîden a li ser qirkirina Ermenan û got, ''Li dijî Tirkiyê wê doz werin vekirin.''

Navenda Lêkolînê ya Qirkirina Asûr-Sûryanan (Seyfo Center) bi salan e li ser mijara qirkirinê lêkolînan dike. Qirkirina 1914-1915 a a li dijî Ermen, Asûr-Sûryan-Keldaniyan û Pontûs Rûmê tê kolandin, ji bo ku welat Seyfoyê qebûl bikin hewl dide.

Bi encama hewldana Seyfo Centerê Awûstralya, Hollanda, Ermenîstan, Vatîkan û Komara Çekê, hin welatên li eyaletên DYE'yê qirkirina Seyfo qebûl kirine.

Sabrî Atman ku ji damezirandinê û wir ve Serokê Seyfo Centerê dike diyar kir Emerîkî li gorî gotina Henry A. Kîssînger ku dibêje, ''Dost û dijminê mayinde yên Emerîkayê nînin, tenê berjewendiyên wê hene'' tevdigerin, ji ber vê beriya niha gelek serokên Emerîkayê li gel ku hovîtiya li ser gelên Ermen, Sûryan û Helen dianîn zimên jî, heta niha bi qirkirinê binavkiribûn û qebûl nekiribûn.

Atman li ser pirsa bê ka çima Joe Bîden ev bi qirkirinê bi nav kiriye û qebûl kiriye, got, ''Joe Bîden beriya niha gelek caran gotibû heke bibe Serokê soz dabû ku qirkirina Ermenan nas bike. Van du salên dawî pêşnûmeya qirkirinê ya Ermen, Sûryan û Helenan qebûl kiribû. Bîden nikarîbû soza ku dayî bi cih neaniye. Ya dî jî, qedrê Tirkiyê ya li cîhanê her ku diçe kêm dibe û Tirkiye tenê dimîne.''

Atman bi berdewamî bi bîr xist hikûmetên Tirk her sal li Emerîkayê gelek pere xerc dikir û pir kêferat dikir ji bo ku qirkirina Ermenan neyê qebûlkirin lê li Tirkiyê her roja ku diçe antî-semîtîzm zêde dibe, Tirkiye komên çete yên cîhadî perwerder dike, mazûvaniyê li van çeteyan dike û polîtîkaya we ya Sûriyê û Egeyê ne baş bû, her wiha li gel van hemû tiştan jî Aya Soyfe kire mizgeft, li gel hemû hişyariyên hikûmetên Emerîkayê jî S-400 hate standin û got, ''Diviya bersivek bidana vê xwe zirtikî kirine Erdogan. Serokê Emerîkayê Bîden bi peyama ku dayî gote Erdogan, ''xwe zêde zirtikî neke.''

Li ser bandora qebûlkirina qirkirina Ermenan Atman got, ''Piştî Meclîsa Nûneran a Emerîkayê û Senatoya wê, ji hêla Serok Joe Bîden ve jî qebûlkirina qirkirinê ne rûdaneke wiha jirêzê ye .Wê dengê Tirkiyê bêhtir kêm bibe û gelek welatên weke Swêd ku xwe jê vedidan ji niha û pê de wê bêhtir bi wêrekî tevbigerin.''

Atman bi bîr xist piştî Serokê berê yê DYE'yê Ronald Regan bi demekê dirêj Bîden di axaftina xwe de du caran peyva qirkirinê bi karaniye, ev ne tenê li nav Ermenan ji hêla gelek derdoran ve bi kêfxweşî hatiye pêşwazîkirin û got, ''Ev gaveke mezin e ku ber bi pêş ve hatiye avêtin:

Ya pêşî; naskirineke wiha dilê neviyên wî gelê ku hatiye qirkirin fireh kir. Hinekî rehet bûn. Bi salan dilebikîn û bersiva wê standin.

Ya dî; ji hêla Bîden ve qebûlkirina Qirkirina Ermenan, dadgehên DYE'yê wê bikaribe dozên li ser îdîayên têkilî daxwazên serdema qirkirina ji alî hikûmeta Tirk ve hatin bidomînin. Beriya niha dadgerên federal, ji bo ku hikûmeta DYE'yê Qirkirina Ermenan nasnedikir, dikirin hincet ku eyaletên weke Kalîfornayê nikarin destûra dozên wihabidin û yasayan derxînin. Piştî ku  ji hêla Meclîsa Nûneran a Emerîkayê û Senatoyê ji hêla Serok Joe Bîden ve hate qebûlkirin, dadgerên federal ji vê saetê û şûn ve wê nikaribin pêşî li dozên li dijî Tirkiyê bisekinin.

Ya sêyan; Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê hêzeke mezin e. Pir normal e ku biryarên li vir hatine standin karîgeriyê li ser welatên din bikin. Daxuyaniya Serok Bîden nexasim li ser Brîtanyaya Mezin, Swêd, Awûstralya, Israîlê û gelek welatên din karîger be.

Ya dawî jî wiha ye: Bi vê gava mezin ku Emerîkayê avêtî, hinekî rê li ber vekiriye ku gelên Ermen, Asûr û Helen daxwazên xwe yên berbiçav bi dengekî bilindtir bibêjin. Wê li dijî Tirkiyê doz werin vekirin.