Şêx Saîd û Hevalên wî li Amedê dê bên bibiranîn

Şêx Saîd û Hevalên wî li Amedê dê bên bibiranîn

Partî û saziyên kurd bi armanca bîranîna Şêx Saîd û 46 hevalên wî yên di 29'ê hezarîna 1925'an de hatin darvekirin platform hate avakirin.

Li Amedê partiyên kurd û saziyan "Platforma Bîranîna Şêx Saîd û Hevalên Wî yên Dozê" hate avakirin. Bi daxuyaniya li KCD'ê hate dayîn avakirina platformê hate îlankirin. Parlementera BDP'ê Mulkiye Bîrtane, Serokê Giştî yê KADEP'ê Lutfî Baksî, rêveberên BDP'ê û nûnerên saziyên kurd tevlî daxuyaniyê bûn. Endamê platformê û ji malbata Şêx Saîd Muhammet Dara Atar, diyar kir ku ew dê di navbera 21-29' hezarînaê de gelek bernameyên bîranînê li dar bixin. Atar, anî ziman ku li hemberî înkarkirina gelê kurd û baweriya wî di 13'ê sibata 1925'an de berxwedana Şêx Saîd û hevalên wî di dîroka gelê kurd de gelek girîng e.

Atar, anî ziman ku ji komkujiyên li hemberî gelê kurd pêk hatin yek jî piştî "Berxwedana Pîranê" darvekirina Şêx Saîd û 46 hevalên wê yên di 29'ê hezarîna 1925'an li Qada Derê Çiya ya Amedê ye û wiha got: "Êrîşên li hemberî gelê kurd tenê bi vê yekê sînor nebaman. Geliyê Zîlan, Dêrsîm, Newala Qesaba, Çeme Alike û Roboskî heta roja me berdewam kirin. Lê gelê kurd her tim têkoşîna xwe ya neteweyî berdewam kir. Em ji bo rêberên gelê kurd û zarokên gelê kurd ji bîr nekirin derketin rê."

Atar, da zanîn ku ji bo aştiyekî mayînde divê bi dîrok re rû bi rû bên û wiha axivî: "Ji Şêx Saîd heta Roboskiyê divê hemû kiryarên komkuiyan bên derxistin, aşkerakirina gorên komî berpirsiyariya li hemberî dîroka mirovahiyê û gelê kurd e."