Şêwirmendê Karên Olî yê sîxurî diparast, Danîmarka terikand

Şêwirmendê Karên Olî, ku sîxuriya wezîfedarên olî yên Tirk ên li Danîmarkayê diparast, welat terikand.

Şêwirmendê Karên Olî yê li Danîmarkayê Adnan Bulent Baloglû, piştî daxuyaniya xwe ya ku sîxuriya wezîfedarên olî yên Tirk diparast, welat terikand.

Ev bûyera ku rê li ber nîqaşên mezin vekir, di payiza sala 2016'an de, piştî ku nûçeyên çapemeniya Danîmarkayê ku nîşan dida, konsolosxaneya Tirk tevneke sîxuriyê ya wezîfedarên olî organîze dike, dest pê kiribû. Li dû weşandina nûyena, Sefîrê Bilind ê Tirkiyeyê yê li Danîmarkayê, bi awayekî fermî ev îdîa red kiribû.

Şêwirmendê Karên Olî yê Sefaretxaneya Bilind a Tirkiyeyê ya li Danîmarkayê Adnan Bulent Baloglû, hefteya bihurî ji rojnameya Krîstelîg-Dagbladê re axivî û qebûl kir, ku tevneke sîxuriyê ya Tirk heye. Baloglû hîn bêhtir da nav û anî ziman, ku karên vê tevnê, rast e.

Li gorî qanûnên Danîmarkayê, karê ku Baloglû parastina wan kir, sîxuriyê. Bi zêdebûna nerazîbûna li Baloglû re, şêwirmendê navborî welat terikand.