SES: Gelê Kobanê bi pirsgirêkên ciddî yên tenduristiyê re rû bi rû ye
SES: Gelê Kobanê bi pirsgirêkên ciddî yên tenduristiyê re rû bi rû ye
SES: Gelê Kobanê bi pirsgirêkên ciddî yên tenduristiyê re rû bi rû ye
SES’ê rapora xwe ya têkildarî nêzî sed hezar kesên ku ji Kobanê ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê koçberî Rihayê bûne û di konbajaran de dijîn, amade kiribû aşkera kir. Di raporê de hate destnîşankirin ku ji ber hatina şert û mercên dijwar ên zivistanê penaber bi pirsgirêkên tenduristiyê re rû bi rû ne û bal kişandin ser pêdiviyên lezgîn ên penaberan.
Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Kantona Kobanê ya Rojava kete roja 61’emîn. Bi hezaran penaberên ji Kobanê koçberî Pirsûsa Rihayê bûne, bi pirsgirêkên tenduristiyê re rû bi bû ne. Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmeta Civakî (SES) a KESK’ê, raporek têkildarî şert û mercên jiyanê ya penaberên Kobanê yên di konbajaran de dijîn, aşkera kir.
Di raporê de hate destnîşankirin ku sendîkaya wan SES, Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) û Meclîsa Tenduristiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi hev re ji bo pêşwazîkirina pêwîstiyên penaberan dixebitin û bal kişand ser girîngiya alîkariya rêveberiyên herêmî.
Di raporê de hate diyarkirin ku penaberên ji Kobanê yên ku li navenda bajêr di mizgeftan de, embar, dikanên vala de dijîn şandine 206 gundên Pirsûsê. Di raporê de hate diyarkirin ku di konbajara ji aliyê AFAD ve hatiye avakirin tenê derdora 5-6 hezar kes dijîn û hate ragihandin ku rayedaran destûr nedane rayedarên SES’ê biçin serdana konbajar.
Di raporê de hate diyarkirin ku li Konbajara Kobanê di 211 konan de 228 jê zarokên temenê wan di navbera 0-3 de, hezar û 500 kes;
Li Konbajara Arîn Mîrxan di 440 konan de 443 jê zarokên temenê wan di navbera 0-3 de, 3 hezar û 50 kes;
Li Konbajara Suphî Nejat Agirsanli di 40 konan û sê embarên karxaneya genim de 149 jê zarokên temenê wan di navbera 0-3 de, hezar û sed kes dijîn;
Li Konbajara Ortakaya di 282 konan de 393 jê zarokên temenê wan di navbera 0-3 de, 3 hezar û 156 kes; dijîn.
Di raporê de hate diyarkirin ku li 209 gundên derdora Pirsûsê 965 jê zarokên temenê wan di navbera 0-3 de, 8 hezar û 100 kes, li navenda Alîgorê 278 jê zarok bi giştî 2 hezar û 420 kes, li taxên navenda Pirsûsê jî hezar û 653 jê zarok bi giştî 20 hezar û 100 penaber hene.
Di raporê de ev pêşniyar hatin kirin:
-Divê şert û mercên derdorê yên jiyanê bêne serarastkirin. Her wiha pirsgirêkên germahî, paqijî û karanîna ava vexwarin û karanînê bêne çareserkirin.
-Ji ber şert û mercên demsala zivistanê, di serî de jin û zarok pêwîstî bi cil û bergên zivistanê heye.
-Divê ji bo xwarin û vexwarinê jî bi taybet beriya her kesê jinên ducanî, zarok û jinên xwedî zarok bifikirin.
-Divê ji bo hemû xebatên gelemperiyê û saziyên dildar organîzasyona bê pêkanîn û dewlet hemû şert û mercên xwe bi kar bîne.
-Ji ber sedema şerê ku 2-3 sal in li Kobanê berdewam dike û embargoya li ser Kobanê derziyên zarokan nehatine danîn. Divê Wezareta Tenduristiyê û saziyên peywendiyên demildestê dest bi kampanyayê bikin.
-Divê hemû astengiyên li pêşiya mûayene û dermankirinê bêne rakirin û peredayinê ji holê rakin. Divê AFAD peymana “derveyî kampê” ya bi dermanxaneyan de mor kiriye, ji holê rabike. Divê personelên nexweşxaneyan bêne zêdekirin û ji ber zêdebûna şêniyê divê polîkîlînk bên zêdekirin.
-Di hevdîtinên me bi bijîşkên ji Kobanê re pêk anîn de, li Kobanê nêzî 8-10 hezar sivîl dijîn. Ji bo alîkarî ji van kesên sivîl re biçin divê bi awayekî berfirehtir rê li ber şandina aîlkariyê bê vekirin. Ji bo şandina van alîkariyan jî divê dewlet jî bi awayekî bihîstyar tevbigere.
-Ger alîkariyên dermanan bên şandin, bila têkilî bi koordînasyona tendurisityê ya li Pirsûsê re deynin û piştre bişînin.