Şervanên YPG’ê Ugurlu û Bozdag hatin defnkirin
Şervanên YPG’ê Ugurlu û Bozdag hatin defnkirin
Şervanên YPG’ê Ugurlu û Bozdag hatin defnkirin
Şervanên YPG’ê Çetîn Ugurlu (Agir Botan) li Westan a Wanê, Nevzat Bozdag (Rûgeş) jî li navçeya Kopê ya Mûşê bi girseyî hatin defnkirin.
Li Wanê cenazeyê şervanê YPG'ê Çetîn Ugurlu (Egîd Botan) ku şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de li Kobanê jiyana xwe ji dest da ji aliyê hezaran kesî ve bi merasîmekê hate definkirin.
Cenazeyê şervanê YPG'ê Çetîn Ugurlu (Egîd Botan) li rêya Wan û Westanê de bi sedan kes bi konvoyê ve hate pêşwazîkirin. Cenazeyê Ugurlu bi beşdariya bi sedan wesayîtan birin Taxa Karşiyaka ya Wanê. Welatiyan li wir cenazeyên Ugurlu, li ser milan heta goristana Karşiyaka anîn. Girse bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana YPG", "Şehîd namirin", "Bijî berxwedana Kobanê" berz kirin û jinan ji pankarta “Kujer DAIŞ, hevkar AKP” hate vekirin. Di meşê de alên PKK, YPG, KCK, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên şervanê YPG'ê Uğrulu hatin hilgirtin. Di meşê de Parlamentera HDP'a Qersê Mulkiye Bîrtane, Parlamenterê HDP'a Wanê rêveberên DBP, HDP, MEYA-DER’ê û hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê û navçeyan tevlî meşê bûn.
Cenazeye Ugurlu ji aliyê hezaran ve anîn goristanê û bi duayan definkirin. Cenazeyê Ugurlu hate definkirin û piştre ji bo Ugurlu rêz hate girtin. Di merasîmê de Serokê MEYA-DER’ê Salih Kaplan axivî û diyar kir ku Ugurlu felsefeya Serokê Gelê Kurd Ocalan baş fem kiribû û felsefeya Ocalan bi têkoşina xwe bi pratîkê de nîşan kir. Serokê DBP’ê ya Wanê Musa Îtah jî got, “Her roj şehîdek tê Wanê. Ev şehîd ji bo bilindkirina wijdanan şer dikin û şehîd dibin” got û diyar ku her kes ji bo wijdanê gelê Wanê pewîst e xwedî li şehîdan derkeve."
Piştre bavê şervanê YPG’ê Çetîn Ugurlu axivi û wiha got: “Zarokê min bi vîna xwe tevlî bû YPG’ê û bi vîna xwe şehîd ketiye ez bi wî şanaz im.”
Piştî merasima cenaze welatî çûn konê sersaxiyê û ji malbatê sersaxî xwest.
CENAZEYÊ ŞERVANÊ YPG'Ê BOZDAG LI KOPÊ HAT DEFINKIRIN
Şervanê YPG'ê Nevzat Bozdag (Rûgeş) di şerê li hemberî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li gundê Elîkuleka yê Kopê ji hêla hezaran kesî ve hat definkirin.
Berxwedana şervanên YPG/YPJ'ê yên li hemberî çeteyên DAIŞ'ê geş dibe û her roj derbên giran li çeteyan dixin. Şervanê YPG'ê Nevzat Bozdag (Rûgeş) ji şer de jiyana xwe ji dest da li gundê Elîkuleka yê Kopa Mûşê ji hêla hezaran kesî ve hat definkirin. Li navçeya ku esnaf ji cenazeyê Bozdag derabeyên dikanên xwe venekirin, bi hezaran welatî çûn ber Mizgefta Navendê û li wir cenazeyê Bozdag ê bi ala PKK'ê hatibû xemilandin hilgirtin. Girseyê bi hilgirtina alên PKK, KCK'ê, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên Bozdag û berzkirina dirûşmên "Bijî berxwedana YPG'ê", "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" û "YPG tolhildan" cenaze ber bi gundê Elîkuleka e bi rê kirin. Bi sedan karwanê ku ber gund ve diçûn ji hêla welatiyan ve bi nîşaneya serkeftinê hatin pêşwazîkirin. Karwanê cenazeyê di ketina gund de ji hêla sedan welatiyan ve hat pêşwazîkirin. Girseyê cenazeyê Bozdag li ser milên xwe kirin û bi berzkirina dirûşman heta goristanê meşiyan.
Cenazeyê Bozdag bi xwendina sirûda "Çerxa şoreşê" hat definkirin. Girseyê ji bo candoriyan deqeyek rêz girtin û piştî rêz girtinê, nûnerê MEYADER'a Mûşê Îrfan Kandemîr axaftinek kir. Kandemîr diyar kir ku hemû dinya bi berxwedana YPG'ê têkoşîna kurdan nas kir û rêz nîşanî berxwedana Kobanê didin. Kandemîr destnîşan kir ku li Rojhilata Navîn kurd gav bi gav ber bi azadiyê ve dimeşin û got ku bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xweseriya demokratîk ava bikin.
Hevşaredarê Kopê Rahmî Çelîk sersaxî ji malbatê xwest û anî ziman ku di sedsala 21'emîn de şervanên YPG'ê li Kobanê dîrokê dinivîsînin û wiha got: "Lehengên gelê Kurd li hemberî tank û topan berxwedaneke dîrokî nivîsandin. Ger ku li çar parçeyên Kurdistanê yekîtiya xwe ava bikin wê demê rojên ku em bigihêjin azadiya xwe nêzîk dibe."
Bavê Bozdag Mehmet Bozdag jî got ku kurê wî şehîdê gel e û ev tişt anî ziman: "Ew şehîdê hemû Kurdistanê ye. Min kurê xwe bi xwe re neanî, li axa Kurdistanê veşart û teslîmî we dikim. Ez dixwazim hûn li têkoşîna wî xwedî derkevin."