Şervanê YPG'ê Ozer li Wûppertalê hat bîranîn
Ji bo şervanê YPG'ê Nûrûllah Ozer ê li Minbicê di şerê li dijî DAIŞ'ê de şehîd ket, li bajarê Wûppertal ê Elmanyayê hat bîranîn.
Ji bo şervanê YPG'ê Nûrûllah Ozer ê li Minbicê di şerê li dijî DAIŞ'ê de şehîd ket, li bajarê Wûppertal ê Elmanyayê hat bîranîn.
Ji bo Nûrûllah Ozer ê li Minbicê di pêngava rizgarkirina bajêr de şehîd ket, li bajarê Wûppertal ê Elmanyayê bi civînekê hat bîranîn. Merasîma bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir.
Piştre Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Wûppertalê Savci Azar axivî û got, "Divê em li ser bifikirin bê şervan ji bo çi şehîd ketine, şehîd dikevin. Pêwîste em têkoşîna pîroz a wan ji me re hiştine, bidomînin." Azar destnîşan kir, ku yên şehîd ketine ji bo azadiya gelê Kurd şehîd ketine û got, "Em ê li ser şopa şehîdên xwe têkoşîna xwe bidomînin."
DOZA ME Û TÊKOŞÎNA ME YEK E
Li dû Azar, li ser navê malbata Nûrûllah Ozer apê wî Hasan Ozer peyivî û got, "Doza me û têkoşîna me yek e. Em îro ji bo bîranînê li vir li hev civiyan e, lê li welêt, Qeymeqamiyê konê serxweşiyê yê ji bo şehîdê me hatiye vedan, rakiriye. Bi gotina 'eger konê serxweşiyê bê vedan, em ê li gund derketina derve qedexe bikin' gef li malbata me û gundiyan xwarin. Malbata me jî li goristana gund konê serxweşiyê veda. Ev zîhniyet bi rêzdarî nêzî cenazeyan jî nabe. Lewma divê em têkoşîna şehîdên xwe li her cihî bidomînin."
'GELÊ KURD WÊ TI CARÎ SERÎ NETEWÎNE'
Meleyê Mizgefa Ehmedê Xanî ya li Wûppertalê Mele Halim jî da xuyakirin, ku gelê Kurd wê ti carî serî netewîne û got, "Gelekî zilm li Kurdan hatiye kirin, lê gelê Kurd bi şev û roj têkoşiya û serî li ber dijmin netewand. Her roj xwîna ciwanên Kurd dirije, li ser her kevirekî li çiyayên Kurdistanê xwîna gerîlayên Kurdistanê heye. Kurd têdikoşin, ji ber ku dixwazin mîna hemû gelan bi rengekî azad li welatê xwe bijîn. Ev ciwanên me jî ji bo azadiya gelê xwe têdikoşin."
Di axaftina li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan de hat gotin, "Hevalê Nûrûllah li Botanê mezin bû û bû şervanekî azadiyê. Ji Botanê çû Şengalê, ji Hesekê çû Til Koçerê, ji Qamişloyê berê xwe da Kobanê û bi rûmetdarî li dijî çeteyan şer kir. Herî dawî di pêngava rizgarkirina Minbicê de şehîd ket."
'EM DILSOZÊ RÊBERÊ XWE NE'
Hevserokê NAV-DEM'ê yê Eyaletê Halît Taşkiran jî got, "Em xwedî li Şêx Seîd, Seyîd Rizayan derdikevin. Wan li sêdarê gotin, 'Hûn niha me bi darve dikin, lê neviyên me wê hesab ji we bipirsin'. Me soz dane van şehîdan, em dilsozê Rêberê xwe ne. Xwîna me ji xwîna şehîdên me ne hêjatir e."