Şervanê YPG'ê Fîraz Kardo li bajarê Malmo yê Swêdê hat bîranîn
Şervanê YPG'ê Fîraz Kardo (Badeen Al) ê di operasyona rizgarkirina Minbicê de jiyana xwe ji dest da, li bajarê Malmo yê Swêdê ku 25 salan lê bû, hat bîranîn.
Şervanê YPG'ê Fîraz Kardo (Badeen Al) ê di operasyona rizgarkirina Minbicê de jiyana xwe ji dest da, li bajarê Malmo yê Swêdê ku 25 salan lê bû, hat bîranîn.
Ji bo Kardo, ku di 3'ê Tebaxê de li Minbicê şehîd ket, di 10'ê tebaxê de li bajarên Stockholm, Goteborg, Ostersûnd û Umea yên Swêdê çalakiyên bîranînê hatibûn lidarxistin. Ji ber ku malbata Kardo li Başûrê Kurdistanê bû, çalakiya bîranînê ya li Malmo duh hat lidarxistin.
Civîna bîranînê ji aliyê PYD'ê û rêxistina bi navê 'Her tişt a her kesî ye' hat lidarxistin. Nûnerên Tevgera Goran, YNK û 'Her tişt a her kesî ye' axivîn û destnîşan kirin, ku têkoşîna hêzên Kurd ên li Rojava li dijî çeteyên DAIŞ'ê dimeşînin, ji bo hemû gelên bindest çavkaniya îlhamê ye, lewma ji gelek welatên cîhanê mirov cihê xwe di nava refên YPG/YPJ'ê de digirin.
Qisekeran bibîr xistin, Kardo yê 59 salî dest ji kar û malbata xwe berda û li nava refên YPG'ê bi rengekî lehengî li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer kir. Nûneran dan xuyakirin, ku gelê Kurd û gelên bindest wê her tim bi rêzdarî fedekariyên Kardo û hemû şehîdên şoreşê bibîr bînin.
Siyasetmedarê Kurd Welat Bagok jî, li ser girîngiya şehîdan ji bo PKK û Tevgera Azadiyê ya Kurd axivî. Bagok da xuyakirin, ku divê mesaja Kardo baş were xwendin û got, "Derfetên xwe hebûn ku jiyaneke gelekî rehet bijiya. Lê wî dest ji vê berda û cihê xwe di nava şerê herî giran de girt. Bi rûmeta xwe xizmet ji gelê xwe re kir û canê xwe feda kir."
Bagok bang li Kurdistanî, Swêdî û hemû parêzvanên mafên mirovan kir ku piştgiriyeke xurt bidin Şoreşa Rojava.