Şervanê YPG'ê Eker ji aliyê deh hezaran ve hat oxirkirin
Şervanê YPG'ê Eker ji aliyê deh hezaran ve hat oxirkirin
Şervanê YPG'ê Eker ji aliyê deh hezaran ve hat oxirkirin
Cenazeyê şervanê YPG'ê Yusuf Eker (Bawer Garzan) ê ku di şerê li hemberî çeteyan de jiyana xwe ji dest da, li gundê Culhurê ya Tetwanê ji hêla hezaran welatiyan ve hat definkirin.
Şervanê YPG'ê Yusuf Eker (Bawer Garzan) di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Eker piştî ku ji Saziya Tipa Edlî ya Rihayê hat wergirtin ji bo definkirinê ber bi Bedlîsê ve bi rê ketin. Cenazeyê Eker li devera Buzlupinarê ya Bedlîsê ji hêla sedan wesayîtan ve hat pêşwazîkirin û birin Tetwanê. Cenazeyê Eker ji hêla hezaran welatiyan ve bi dirûşmayên "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana Kobanê" hat pêşwazîkirin û ji wir jî ber bi gundê Culhurê ve hat şandin. Cenazeyê Eker di ketina gund de ji hêla ciwanan ve hat pêşwazîkirin, cenaze li ser milên xwe kirin û heta goristanê meşiyan.
Piştî wecîbeyên olî cenazeyê Eker li goristana gund hat definkirin. Yakup Eker li ser gora birayê xwe axivî û ev tişt anî ziman: "Ew ne şehîdê me tenê ye. Ew şehîdê gelê Kurd e. Çawa ku îro şehîdên me ji hêla hezaran welatiyan ve xwedî li wan derdikevin divê bi vî ruhî yekîtiya xwe ava bikin."