Şervana YPJ'ê Ozdemîr li Belçîkayê hat bibîranîn
Şervana YPJ'ê Derman Ozdemîr (Sosin), ku di 28'ê Kanûna 2013'an de li Til Hemîsê jiyana xwe ji dest da, li bajarê Genk ê Belçîkayê bi merasîmekê hat bibîranîn.
Şervana YPJ'ê Derman Ozdemîr (Sosin), ku di 28'ê Kanûna 2013'an de li Til Hemîsê jiyana xwe ji dest da, li bajarê Genk ê Belçîkayê bi merasîmekê hat bibîranîn.
Şervana YPJ'ê Derman Ozdemîr (Sosin), di 28'ê Kanûna 2013'an de li herêma Til Hemîs a li nêzî bajarê Qamişloyê di şer de jiyana xwe ji dest dabû.
Ji bo şervana YPJ'ê Derman Ozdemîr bi nasnav Sosin, li bajarê Genk ê Belçîkayê merasîmeke bîranînê hat lidarxistin. Bi sedan Kurdistanî tevlî merasîmê bûn. Beşdaran bi dirûşmên xwe dilsoziya bi têkoşîna Ozdemîr re nîşan dan.
Şervana YPJ'ê Derman Ozdemîr, keça malbateke Dersîmê bû, ku di sala 2010'an de ji Belçîkayê berê xwe da Kurdistanê. Ozdemîr di sala 2013'an de li nava refên têkoşîna azadiyê jiyana xwe ji dest da.