Serşêwirmendê Erdogan, HDP hedef nîşan da
Serşêwirmendê Serokkomar Erdogan Bînalî Yildirim, bi gotina "Sivîl, leşker û polîsên di şer û pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane, yekser ji aliyê HDP'ê ve hatine kuştin', HDP hedef nîşan da.
Serşêwirmendê Serokkomar Erdogan Bînalî Yildirim, bi gotina "Sivîl, leşker û polîsên di şer û pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane, yekser ji aliyê HDP'ê ve hatine kuştin', HDP hedef nîşan da.
Serşêwirmendê Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, Bînalî Yildirim bi rêya telefonê ji civîna rêxistinbûyîna AKP'ê ya li Ewropayê UETD re axivî. Yildirim yekser got ku sivîl, leşker û polîsên di şer û pevçûnên li Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane, ji aliyê HDP'ê ve hatine kuştin. Yildirim bi van gotinên xwe re HDP hedef nîşan da.
AKP a ku piştî hilbijatrinên 7'ê Hezîranê hêza xwe winda kir, ji bo careke din bibe xwedî hêzê, welat xist nava rewşeke şer ku di encamê de bi sedan leşker, polîs, gerîla û sivîlan heta niha jiyana xwe ji dest dane. AKP, Erdogan û gladyoya wî ya şer, ji van hemû bûyeran HDP'ê berpirsyar dibîne û bi awayekî vekirî HDP'ê hedef nîşan didin.
AKP DIXWAZE POLÎTÎKAYA ŞÎDETÊ LI EWROPAYÊ JÎ BIMEŞÎNE
AKP, Erdogan û gladyoya wî ya şer, ku qîma xwe bi êrîş û polîtîkaya reşkirinê ya li hemberî HDP'ê nînin, ji bo dengên hilbijêrên Tirkiyeyî yên li Ewropayê werbigire, heman polîtîkayê li Ewropayê jî dimeşîne. AKP û serkanên wê yên dixwazin xwe ji mirinên dawî yê yên leşkeran xwedî bikin, rêxistinbûyîna xwe ya li Ewropayê UETD xistin nava tevgerê û bi lidarxistina mîtîngên 'lenetkirina terorê' re hewl dide provokasyonan derxînin. Bi van çalakiyên provokasyonê re UETD dixwaze Kurdan û hêzên demokrasiyê yên li Ewropayê bikişîne nava şîdetê û bi vî rengî dengên nîjadperestan ên li Ewropayê werbigire.
Di yek ji van çalakiyên provokasyonê de li bajarê Elmanya Hannoverê de, qirika ciwanekî Kurd hat jêkirin û bi giranî hat birîndakirin. Li bajarê Swîsre Bernê jî, di bûyerên ji ber çalakiya UETD de, komek ji AKP'yiyan bi armanca kuştinê ket nava Kurdan û gelek kes birîndar kirin.
YILDIRIM: LEŞKER, POLÎS Û SIVÎL JI ALIYÊ HDP'Ê VE HATIN KUŞTIN
Di êvara roja li Bernê gelek kes hatin birîndarkirin de, UETD civînek lidar xist. Di Serşêwirmendê Erdogan Bînalî Yildirim bi rêya telefonê beşdarî vê civînê bû û van çalakiyên provokasyonê silav kir. Yildirim di axaftina xwe de yekser HDP hedef nîşan da û îdîa kir ku leşker, polîs û sivîlên di şer de jiyana xwe ji dest dane, ji aliyê HDP'ê ve hatine kuştin.
Yildirim got, "Bûyerên terorê yên li welatê me careke din nîşan da ku welat çiqasî bi xeteriyeke mezin re rû bi rû ye. Partiya melûm a li bajarên rojava, li wir vir peyamên aştiyê û partiya Tirkiyeyê dide, mirovên sivîl, polîsê me û leşkerê me yên asayîşê dikin, bi bêînsafî dikuje."