Serokwezîrê Iraqê: Tirkiye ji me xwest em şerê PKK’ê bikin

Serokwezîrê Iraqê: Tirkiye ji me xwest em şerê PKK’ê bikin

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li Parlamentoya Iraqê gotarek pêşkêş kir û behsa rolê girîng ê PKK’ê kir. Ebadî diyar kir ku PKK kariye li hemberî teror û terorîstên DAIŞ’ê raweste. Ebadî cara yekemîn pêşniyareke Tirkiyeyê ya li dijî PKK’ê jî aşkera kir.

Li gor nûçeya RojNews, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî îro tevlî rûniştina Parlamentoya Iraqê bû û gotarek pêşkeş kir. Ebadî bi girîngî behsa rolê PKK’ê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê kir. Her wiha Ebadî behsa aşkerakirina daxwazeke Tirkiyeyê ya ji bo hikûmeta Iraqê kir û ragihand ku Tirkiye daxwaz ji hikûmeta Iraq û kabîneya wî kiriye ku hikûmeta nû ya Iraqê li dijî PKK’ê şer bike û PKK’ê ji herêmên parastinê yên medya û xaka Iraqê derxe.

Heyder Ebadî diyar kir ku wî daxwaza Tirkiye red kiriye û wiha got, “Em dizanin PKK li dijî teror û terorîstên DAIŞ’ê şer kirine û rolekî baş di rûbirûbûna terorê de hene.”

Serokwezîrê Iraqê destnîşan kir ku her hêz û aliyek li dijî terorîstên DAIŞ’ê şer bike, ew nikarin li hember rawestin. Ebadî bal kişand ser wê yekê ku pirsgirêkên Tirkiyeyê yên navxweyî hene û ti peywendiya wan bi me ve tine ye.