Serokwezîra Awustralya: Divê pirsgirêka Kurd zû bê çareserkirin

Serokwezîra Awustralya: Divê pirsgirêka Kurd zû bê çareserkirin

Hukûmeta Awustralyayê ji bo 9’emîn Konferansa Kurd a ku li Parlementoya Ewropayê tê lidarxistin peyamek şand û bang li hukûmeta Tirk kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd di demek zû de bikeve nava hewldanan.

Serokwezîra Awustralyayê Julia Gillard peyamek ji konferansa Kurd re şand. Serokwezîra Awustralyayê da zanîn ku hukûmeta wan diyaloga di navbera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dewleta Tirk de girîng dibînin û bal kişand ku daxuyaniya Ocalan a ji bo bidawîkirina grevên birçîbûnê pir girîng e.

Serokwezîrê Julia Gillard xwest ku pirsgirêka Kurd di demek zû de were çareserkirin û got ku divê êdî tundî bi dawî bibe.

Di peyamê de hat gotin ku divê hukûmeta Tirk mafên perwerdeya bi zimanê zikmakî azadiya olî yên gelê Kurd di çarçoveya peymanên navneteweyî de bixe bin garantiyê û pêk bîne.