NÛ BÛ-Serokwekîla Meclîsê Pervîn Bûldan hate binçavkirin
Parlemetera HDP’ê ya Stenbolê û Serokwekîla Meclîsê Pervîn Bûldan li Amedê li otela lê dima hate binçavkirin.
Parlemetera HDP’ê ya Stenbolê û Serokwekîla Meclîsê Pervîn Bûldan li Amedê li otela lê dima hate binçavkirin.
Li gorî nûçeya dihaber’ê, Pervîn Bûldan îro di saetên şevê de li Amedê li otela lê dima hatiye binçavkirin.
Bûldan a ku hate binçavkirin birine Edliyeya Amedê.
Hat diyarkirin ku dema ku Bûldan hate binçavkirin di navbera polîs û xwediyê otelê de gotûbêjekî dem kurt qewimiye. Xwediyê otelê rê neda polîsan ku bikevin odeya ku Bûldan lê dimîne, lê tevî vê jî polîsan berê xwe da odeya Bûldan lê dima û diyar kirin ku wê biryarê ji bo wê bi xwe bêjin.
Li gel binçavkirina Bûldan Parlementera HDP’ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş li ser hesabê xwe yê civakî got: “Serokwekîla me ya Meclîsê Pervîn Bûldan şandi Edliyeya Amedê. Em li gel hev in.” Parvekir.
JI HDP’Ê DAXUYANÎ
Têkildarî binçavkirina Bûldan HDP’ê daxuyanî da. HDP’ê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Serokwekîla Meclîsê Pervîn Bûldan li Amedê bi awayekî bê hiqûqî û der mirovî hatiye binçavkirin. Dişînin Edliyea Amedê.”