Serokkomarê berê yê dewleta Îranê Rafsancanî mir

Serokomarê berê yê dewleta Îranê Haşîmî Rafsancanî mir.

Li gorî nûçeyên ajansa Îsna û Farsê, 4'emîn Serokkomara Îranê Elî Ekber Haşimî Rafsancanî piştî krîza dil derbas kiriye, li Nexweşxaneya Şehîdan ya li Tehranê mir.

Ji ximên Fafsancî Huseyîn Maraşî yê ji ajansan re axifî, diyar kir ku Refsancanî yê di navbera salên 1989-1997'an de erka Serokkomariya dewletê bi rê ve biriye, îro piştî saetên danê nîvroyê ji ber nexweşiyê rakirine Nexweşxaneya Şohoda ya dikeve bakurê Tehranê.

Fafsancanî yê ku li gel Ayetûllah Hûmeynî salên dirêj xebat kir û şûn de, di sala 1989'an de weke Serokkomarê Dewletê hate hilbijartin û heta sala 1997'an erka xwe bi rê ve bir.

Elî Ekber Haşimî Rafsancanî di 25'ê Tebaxa 1934'an de ji diyak bûye. Yek ji oldar û zilamê dewletê bû. Yek ji rêberên şoreşa îslamiya Îranê bû. Yekem Serokê Encûmena Şoreya Îslamî ya Îranê bû.