Serokkomarê Îranê Rûhanî li Stenbolê ye
Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî ji bo tevlî civîna bilind a awarte ya Rêxistina Hevkariya Îslamê bibe hat serdana Tirkiyeyê.
Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî ji bo tevlî civîna bilind a awarte ya Rêxistina Hevkariya Îslamê bibe hat serdana Tirkiyeyê.
Li gorî medya Tirk, Rûhanî bi balafireke taybet daket Balafirgeha Ataturk û ji aliyê 'rayedaran' ve hate pêşwazîkirin. Lê belê agahî nehat dayin bê ev rayedar kî ne.
Rûhanî li vê derê li wesayita fermî siwar bû û ji balafirgehê çû. Li ser serdanê agahiyeke zêdetir nehate dayin.
Balkêş e serdana Rûhanî piştî biryara DYA ya vekişîna ji peymana nukleerê û vegera li pêkanînan, kete rojevê. Nayê zanîn bi Rûhanî bi rayedarên Tirk re rûnê yan na.