Serokên baroyan dest bi çalakiya rûniştinê kirin

Polîsan nehiştin ku serokên baroyan ên tevlî ‘Meşa Berevaniyê’ bûne têkevin Enqereyê. Serokên baroyên jî dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

Li hemberî mudaxeleya li ser pergala hilbijartinê ya baroyan, ji her çar aliyên Tirkiyeyê serokên baroyan ‘Meşa Berevaniyê’ dabûn destpêkirin. Di têketina Enqereyê de li ser rêya Eskîşehîrê polîsan pêşiya meşê girtin. Polîsan nehiştin ku parêzerên endamê Baroya Enqereyê derbas bibin. Parêzeran ev astengkirina polîsan protesto kirin.

Serokên baroyan hewl dan vê barîkata polîsan derbas bikin. Polîsan li 6 serokên baroyan dan. Serokê Baroya Enqereyê Bektaş Şarkli, Serokê Baroya Aksarayê Evren Dînçer, Seroka Baroya Trabzonê Sîbel Sûîçmez û serokên 2 baroyên din barîkata polîsan derbas kirin û çûn ba parêzerên Baroya Enqereyê.

Ji ber ku destûra çûna wan nehate dayin, serokên baroyan dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Desteya Rêveber a Baroya Enqereyê û gelek parêzarên din ji bo piştgiriya serokên baroyan tevlî çalakiya rûniştinê bûn.