Serokên 45 baroyan ber bi Enqereyê ve dimeşin

Li dijî guhertina ku desthilatdariya AKP-MHP dixwaze di kar û sîstema hilbijartinê ya baroyan de bike, baroyên gelek bajaran ketin nava liv û tevgerê.

Li dijî vê destwerdana desthilatdariyayê, serokên 45 baroyên li gelemperiya Tirkiyeyê bi dirûşma "Parastin dimeşe" ber bi Enqereyê ve dimeşin.

Serokê Baroya Stenbolê Mehmet Dûrakoglû li dijî metirsiya baroya alîgirê desthilatdariyê ji ber Edliyeya Kartal Anadolû ya Stenbolê dest bi meşê kir. Dûrakoglû got, "Desthilatdarî dixwaze baroyên zer ava bike."

Dûrakoglû diyar kir ku wê destûrê nedin vê yekê û plan dike ku heta Enqereyê bi tena serê xwe bimeşe.

Serokên baroyên Wan, Mêrdîn, Edene, Mersîn, Hatay, Antalya, Îzmîr û Aydinê jî dest bi meşê kirin.