Serokê MHP’yî bi 'Torosa Spî' gef li rojnamevan xwar

Serokê Ulku Ocaklari ya Bûrsayê Mehmet Saltik bi nîşandana wesayita Torosa spî ya ku bi kuştinên kiryarê wan nediyar ve tê zanîn, rojnamevan Neşe Îdil tehdît kir.

Hisaba bi navê Sor Ajans a li ser platforma X’ê beriya niha îdîa kir ku Serokê Ulku Ocaklariya Bûrsayê Mehmet Saltik 6 salan beriya niha tiryak daye xwîşka hevalê xwe ya 13 salî û destdirêjiya wê kiriye û ji ber vê yekê ji aliyê Mehmet Yildirim ve hatiye birîndarkirin. Hatibû diyarkirin ku piştî bûyerê Mehmet Yildirim hatiye girtin lê  belê tu ceza li Mehmet Saltik nehatiye birîn.

Mehmet Saltik piştî vê parvekirinê li ser hesabê xwe yê X’ê vîdeoyek parve kir û rojnamevan Neşe Îdil hedef girt û ew tehdît kir.

Saltik vîdeoyek bi sernavê ‘Li Ku Ne Torosvanên Spî’ parve kir û bal kişand ser Torosa Spî  ku ew salên 1990’î bi kuştinên kiryarê wan nediyar ve tê zanîn.