Serokê Meclîsa Pisporan a Îranê hişyarî da Rohanî

Li Îranê nakokiya navbera reformxwaz û mûxafazakaran dewam dike. Serokê Meclîsa Pisporan a Îranê Ayattûllah Ahmed Cenettî di mijara 'DYA'yê de hişyarî da Serokkomar Hasan Rohanî.

Lihevnekirina mûxafazakar û reformxwazan roj bi roj girantir dibe. Serokkomar Hasan Rohanî daxuyaniya Serokê DYA'yê Donald Trûmp ku got "Em amade ne bê şert û merc hevdîtinê bikin" erênî dibîne. Lîderê rûhanî Seyîd Alî Hamaneyî jî bi daxuyaniyekê got, "Bi ti awayî wê hevdîtin û danûstandin bi DYA'yê re neyê kirin." Bi van her du daxuyaniyan nakokiya navbera Rohanî û Hamaneyî eşkere bû.

Beriya niha bi çend rojan li parlamenta Îranê der barê Ronahî de pêşnûmeya pê baweriyê hatibû pêşkêşkirin û Rohanî ji aliyê parlamenteran ve hatibû lêpirsîn.

Saziyên nêzî Hamaneyî jî di her daxuyaniyê de işaretê bi vê nakokiyê dikin. Serokkomarê Îranê Hasan Rohanî wê piştî çend rojan bi heyetekê serdana New Yorkê bike. Vê carê jî Serokê Meclîsa Pisporan a ser bi Hamaneyî, hişyarî ra Rohanî.

Serokê Meclîsa Pisporan a Îranê Ayattûllah Ahmed Cenettî di destpêka rûniştina 5. a meclîse de axivî û got, hin hêz dixwazin berpirsyariya vekişîna DYA'yê ji peymana enerjiya nukleerê bixe stuyê Hamaneyî. Cenettî diyar kir ku DYA heta niha ti carî li gorî berjewendiyên îranê têkilî dananiye û ji her kesî xwest ku van hişyariyan bibînin. Cenettî ev hişyarî da Serokkomar Hasan Rohanî û heyeta pê re ku wê piştî çend rojan serdana New Yorkê bikin:

'DIVÊ HEYET GUH BIDE VAN ŞÎRETAN'

"Paketa ku Ewropayê pêşkêşî me kir, re li ber rexneyên Wezîrê karên Derve Zarîf jî vekir. Halbûkî lîderê me yê şoreşê diyar kiribû ku neçar in niyeta xwe ya baş nîşan bidin. Trûmp îdîa kiriye ku ji bo xapandina gelê Îranê dixwaze bê şert û merc bi rayedarên Îranî re danûstandinan bike. Lîderê me yê şoreşa Îslamê jî destnîşan kir ku mafê kesî nîne ku bi wan re rûnê. Birêz Rohanî û heyeta pê re ku wê di demeke nêz de serdana New Yorkê bikin, divê guh bidin van şîretan."