Serokê Giştî yê PAK’ê: Kurd divê tifaqa xwe deynin

Serokê Giştî yê PAK’ê Mustafa Ozçelîk got, li dijî tifaqa faşîst divê mirov li nirxên Kurdistanê xwedî derbikeve û bal kişande ser girîngiya tifaqa Kurdan.

Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistan (PAK) Mustafa Ozçelîk bersiv da pirsên Ajansa Mezopotamyê (MA).

Ozçelîk diyar kir bi tifaqa AKP-MHP’ê re dijberiya Kurdan derketiye pêş û got, ‘’Divê em gelê Kurd û Kurdistanê tifaqa xwe deyin û li dijî vê tifaqê rawestin. Lê divê em berê gelê xwe nedin CHP û ÎP’ê jî. Em Kurd bi bloka hilbijartinê bibin alî.’’

Ozçelîk diyar kir dema ku mijar Kurd bin, li Tirkiyê hemû partî, li Îran, Iraq û Sûriyê hemû hêzên dijber dibine yek.

Ozçelîk êrîşên li ser Kerkûkê û Efrînê bi nebûna tifaqa Kurdan şîrove kir û got dive zemîna tifaqa netewî were avakirin.

‘EM JI HEKVARIYÊ RE HAZIR IN’

Ozçelîk wiha got: ‘’Em PAK bi rengekî vekirî dibêjin; em hazir in ku bi wan hemû partiyan re werin gel hev ku daxwazên me yên nirxên demokratîk ên netewî qebûl dikin. Ên ku van daxwazên me qebûl dikin, ji şer û Rewşa Awarte re dibêjin ‘na’, bi azadîxwaz, parezvanên dadmeniyê yên Tirkiyeyî re em hazir in ku hevkariya hilbijartinê bikin.’’

Ozçelîk got, ‘Bloka Hilbijartinê ya Kurdan’ ji bo demek dirêj wê zemîna tifaqê qeyîm bike û got, ‘’Kurd û gelê Kurdistanê di sendoqê de dive bersiva hewce bide wan hêzan ku êrîşê tînin ser Kurdan, hewl didin ku destkeftiyên Kurdan tine bikin, hê jî mafê Kurdan, mafê perwerdehiyê yê zimên nas nake, Bloka Kurd dive nîşan bide ku aliyek e.’’