Serokê EFJ’ê Konig: Ev doz siyasî ne
Serokê EFJ’ê Konig: Ev doz siyasî ne
Serokê EFJ’ê Konig: Ev doz siyasî ne
Serokê Federasyona Rojnamevanên Ewropayê (EFJ) Arne Konig ji bo ‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê’ bişopîne, hate Stenbolê û got: “Bi ya min ev doz siyasî ne. Ev operasyon ji bo astengkirina tiştên rojnamevanan dîtine, bihîstine û nivîsandina wan e.”
Serokê Federasyona Rojnamevanên Ewropayê (EFJ) Arne Konig ji bo şopandina doza “Çapemeniya KCK’ê’ ku 33 jê girtî bi giştî 46 rojnamevan jê tên darizandin, hate Stenbolê bersiv da pirsên me.
Konig ji bo tabloya “azadiya çapemeniyê” ya li Tirkiyeyê peyvên weke “mirovan matmayî dike û xirab” bi kar anî û ji bo “Doza Çapemeniyê ya KCK’ê “ got: “Li vir tu têkiliyeke di navbera sucdarkirin û delîlên tên nîşandan re tune ne.”
Konig , hevdîtinên bi telefonê yên di navbera nûçegihanê DÎHA’yê Omer Çelîk û buroyê de bi bîr xist û got: “Ev hevdîtin hevdîtineke ji rêzê ye. Axaftinên wiha li tevahiya cîhanê di navbera rojnamevan û edîtorên wan de tê kirin. Bi hezaran rojnamevan bi heman awayî dixebitin. Ma divê wana jî biavêjin girtîgehê?”
'WELATIYÊN TIRKIYEYÊ NIKARIN AGAHIYÊN RAST BIGIRIN'
Konig ku dozê weke dozeke siyasî bi nav kir wiha axivî: " Ev operasyon ji bo astengkirina tiştên rojnamevanan dîtine, bihîstine û nivîsandina wan e. Tiştek wiha nikare bê ferzkirin û qebûlkirin. Ji ber ku ev yek rê nade ku welatiyên Tirkiyeyê agahiyên rast bigire. Her wiha, bi vî awayî civaka Tirkiyeyê di warê pêşketina demokrasiyê de jî ber bi şûn ve diçe. Divê rojnamevanên pir baş ên welatên demokratîk hebin. Ev yek niha ji aliyê hukûmeta Tirkiyeyê ve tê astengkirin."
'RAYA GIŞTÎ YA NAVNETEWEYÎ NE BI HUKÛMETÊ RE YE'
Serokê EFJ’ê Arne Konig daxuyaniyên hukûmeta AKP’ê û çapemeniya wê yên li hemberî daxuyaniyên Rêxistina Parastina Rojnamevanan û Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas bi vî awayî şîrove kir: "Di vê mijarê de, dizanin ku raya giştî ya navneteweyî ne bi wan re ye. Ji ber wê jî êrîşê rêxistinên navneteweyî dikin. Lê bi ya min bi qasî ku dikarin êrîşê rojnamevanên li Tirkiyeyê bikin, nikarin êrîşê rêxistinên navnateweyî bikin. Ji ber ku ev rêxistinên xwedî peywirên mezin in."
'DI VÊ EWROPA DI FERQA XETERIYÊ DE BE'
Konig bersiva pirsa “Rêxistinên Ewropayê dikarin ji bo 4 rojnamevanên di rojên borî de ji aliyê hukûmetê ve weke hedef hatin nîşandan, çi bikin?” da û got: "Divê Ewropa di ferqa vê xeteriya li Tirkiyeyê de bin û ji bo nûçeyên rast divê tişta ji destê wê tê bike."
Konig destnîşan kir ku divê parlementerên Ewropayê jî zextê li Tirkiyeyê bikin û got: “Li Tirkiyeyê, li otela ku ez lê dimam, min nedikarî bikevin malper û blogên ku ez li welatên xwe dikevimê. Lê min dikarî li Balafirgeha Ataturk bikevimê. Ji bo bikarin agahî ji jiyana mirovên li welatên din bigirin, li pêşiya Tirkiyeyê astengî hene. Ev yek jî di heman demê de hukûmetê durû nîşan dide."