Serokê DTSO’yê Sayar: Divê rêyên diyalogê bên vekirin
Serokê DTSO’yê Sayar: Divê rêyên diyalogê bên vekirin
Serokê DTSO’yê Sayar: Divê rêyên diyalogê bên vekirin
Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) Ahmet Sayar, hem uslûba siyasetmedaran û hem jî xitimîna pêvajoyê nirxand û got daxuyaniyên tên dayîn fikaran zêde dikin û wiha got: “Pêngava yekem divê vê xitimînê ji holê rabike. Divê rêyên diyalogê bên vekirin.
Serokê DTSO’yê Ahmet Sayar bi lêv kir ku ev du sale pêvajoya çareseriyê didome û gihiştiye asteke krîtîk û wiha got: “Di meha dawî de uslûba ku aktorên siyasî bikar tînin ne li gorî ruhê pêvajoyê ye. Daxuyanî û pêngavên tên avêtin fikar û bêbaweriyê bi xwe re tînin.
Sayar da zanîn ku ev fikar zêdetir bandorê li derdorên kar dike û berdewam kir: “Ji ber ku qada kar rasterast di bin bandora vê de dimînin. Ji ber van daxuyaniyan kesên dixwazin bên herêmê û sermaye razînin, bi fikarin. Ji ber ku dema kes bên vir razemeniyê bikin divê pêşiya xwe bibînin. Em ji karsazan re diyar dikin ku ev krîz demboriye û wê bi awayekî ev krîz derbas bibe. Ji ber vê yekê yên ku fikrê wan ên razandina sermayayê hene niha rawestiyane. Daxuyaniyên siyasetmedaran dê vê fikarê ji holê rabikin.
DIVÊ KOMÎSYONA ŞOPANDINÊ TEVLÎ PÊVAJOYÊ BIBE
Sayar da zanîn ku pêvajoya du salan bi kedek mezin hatiye vê nuqteyê û wiha berdewam kir: “Em wisa difikirin ku divê aktorên siyasî vê pêvajoyê têk nebin. Divê dest ji daxuyaniyên ku civakê dike nava fikaran berdin. Her wiha divê komîsyona şopandinê tevlî vê pêvajoyê bibe. Bi vê re xitimîn dikare bê çareserkirin. Ev mesele hema wisa di pêvajoyek kurt de nayê çareserkirin.”