Serokê Baroya Amedê Ozmen: Rewşa darazê pir xeter e
Serokê Barayo Amedê Ahmet Ozmen: Piştî hewldana darbeyê hikûmetê li şûna bendewariya civakê ya demokratîkbûn û azadiyê dijberî vê yekê zextên li ser civakê zêdetir kirine.
Serokê Barayo Amedê Ahmet Ozmen: Piştî hewldana darbeyê hikûmetê li şûna bendewariya civakê ya demokratîkbûn û azadiyê dijberî vê yekê zextên li ser civakê zêdetir kirine.
Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen, bi minasebeta destpêkirina serdema sala nû ya darazê bal kişand ser rewşa darazê û wiha got: "Bi taybetî piştî hewldanên 15'ê Tîrmehê rewşa darazê pir xeter e. Bendewariya me ya ewil divê kujerên Tahîr Elçî bên dîtin û darizandin.
Baroya Amedê bi minasebeta destpêkirina serdema sala nû ya darazê li pêş Edliya Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen û gelek parêzer tev li daxuyaniyê bûn. Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen got di destpêka serdema nû de bendewarî û daxwaza wan a sereke dîtin û darizandina kujerê Serokê Baroyê yê berê Tahîr Elçî ye.
Ozmen, wiha got: "Her diçe serxwebûn û bêalîbûna darazê ji holê radibe. 2 sal in rewşa darazê pir xeter e. Ji bo dîtina kujerê Elçî hikûmetê soz dan. Lê 2 sal derbas bûn hêj sozên xwe pêk neaîne. Em dixwazin li ser sozên xwe bisekinin. Lê heta niha derbarê lêpirsîn û ronîkirina dosyayê tu gavên berbiçav nehatine avêtin. Piştî hewldana darbeyê hikûmetê li şûna bendewariya civakê ya demokratîkbûn û azadiyê dijberî vê yekê zextên li ser civakê zêdetir kirine. Piştî hewldana darbeyê Rewşa Awarte ragihandin û bi BHQ’yan meclîs bê îrade hiştin. Bi BHQ’yan îxracên komî pêk hatin û çapemenî hat bêdengkirin. Qeyûm tayînî şaredariyan kirin. Kirinên dijdemokratîk zêde bûn.
Dewlet û hikûmetê di mijara gelê Kurd de rêya çareseriya demokratîk û sivîl xetimand. Cerebeyên berê jî nîşanî me didin ku ev di nava civakê de encamekê nastînin. Hevserokên HDP'ê û wekîlên wan girtî ne. Bi vê yekê mafê siyasetê hat girtin. Vîna gel derb xwariye. ‘’