Seroka Giştî ya DÎDF'ê Ekşî: Ji bo aştî û demokrasiyê em bêjin HDP

Seroka Giştî ya DÎDF'ê Zeynep Sefariye Ekşî banga dengdayînê li hilbijêrên li Ewropayê kir û got, "Ji bo bikaranîna dengan 9 roj man. Lewma divê her kes seferber bibe û ji bo aştî û demokrasiyê dengê xwe bide HDP'ê."

Seroka Giştî ya DÎDF'ê Zeynep Sefariye Ekşî banga dengdayînê li hilbijêrên li Ewropayê kir û got, "Ji bo bikaranîna dengan 9 roj man. Lewma divê her kes seferber bibe û ji bo aştî û demokrasiyê dengê xwe bide HDP'ê."

Yek ji saziyên koçberan ên herî rêxistinbûyî yên li Elmanyayê Federasyona Komeleyên Karkeran a Demokratîk (DÎDF) e. Seroka Giştî ya DÎDF'ê Zeynep Sefariye Ekşî bal kişand ser dema dengdayînê ya li Ewropayê û bang li hemû hêzên demokrasiyê kir, ku ji bo hesabpirsîna ji Enqereyê biçin konsoloxaneyên herî nêz û ji AKP'ê hesap bipirsin.

Ekşî der barê xebatên hilbijartinê yên li Ewropayê dewam dikin de ji ANF'ê re axivî û got, "Yek ji armancên êrîşa namerdî ya li Enqereyê, di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de qelskirina hêza ked û demokrasiyê, li binê bendê hiştina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ye. Ji ber vê yekê rêyeke xwedîderketina li aştî, demokrasî û biratiyê, lenetkirina komkujiyê û hesabpirsîna ji berpirsyarên vê komkujiyê, zêdekirina dengên ji bo aştî, demokrasî û biratiyê ye. Girîng e hewl dan bê dayîn ku HDP ji hilbijartinên 7'ê Hezîranê bêhtir dengan werbigire."

'JI BO TÊKBIRINA HESABÊN BI XWÎN, EM DENGÊ XWE BIDIN HDP'Ê

Seroka Giştî ya DÎDF'ê Ekşî da xuyakirin, ku divê hêzên demokrasiyê, nerazîbûnên xwe yên li hemberî AKP û Erdogan li ser sindoqê nîşan bidin û axaftina xwe wiha dewam kir: "Deynê her kesên alîgirê aştî, azadî û demokrasiyê ye, ku li ser sindoqê nerazîbûnê nîşanî AKP û Erdogan ê welat kiriye gola xwînê, bidin. Xuyaye Erdogan, AKP û hêzên ew pişta xwe dispêrin dixwazin bi komkujî, teror, rewşa awate, girtin, sansur û zextê re bigihêje armanca xwe. Hilbijartinên 1'ê Mijdarê wê di navbera yên aştî û demokrasiyê dixwazin û yên dîktatorî û şer dixwazin de derbas bibe."

Ekşî diyar kir ku yekane rêya têkbirina planên bi xwîn ên li Tirkiyeyê, careke din serketina HDP'ê ye û destnîşan kir ku her dengê ji HDP'ê re were dayîn, wê li dijî daxwaza dîktatorî, li dijî sîstemeke otorîter, bê wateya jiyana bi hev a hemû gel û baweriyan.

'JI BO PIRSÎNA HESABÊ KOMKUJIYA ENQEREYÊ, EM AKP'Ê DI SINDOQAN DE BIFETISÎNIN'

Seroka Giştî ya DÎDF'ê Zeynep Sefariye Ekşî da zanîn ku weke federasyon ew di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de destekê didin HDP'ê û ev bang kir: "Mîna hilbijartinên 7'ê Hezîranê, federasyona me di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de jî destekê dide HDP a ji bo Tirkiyeyeke demokratîk û aştiyane têdikoş e. Em bang li hemû koçberên Tirkiyeyî yên li Elmanyayê dijîn û xwedî mafê dengdayînê ne dikin, ku bêyî dereng bimînin biçin konsolosxaneyan û dengê xwe bi kar bînin. Hilbijêrên gelekî dûrî konsolosxaneyan e dikarin serî li federasyona me bidin û ji bo çûyîna ser sindoqan, alîkariyê bixwazin. Divê were zanîn ku her dengekî di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de neyê bikaranîn wê xizmetê ji armancên Erdogan ên dîktatoriyê re bike. Lewma divê em AKP û Erdogan di hilbijartinê de, di sindoqan de têk bibin."