Seroka ESP’ê ya Stenbolê hate girtin
Seroka ESP'ê ya Setnbolê Pinar Turk ku 6 roj berê di serdegirtina malê de hatibû binçavkirin, hevpeyvîna wê ya di derbarê êrîşa li ser Efrînê de wek hincet hate nîşandan û hate girtin.
Seroka ESP'ê ya Setnbolê Pinar Turk ku 6 roj berê di serdegirtina malê de hatibû binçavkirin, hevpeyvîna wê ya di derbarê êrîşa li ser Efrînê de wek hincet hate nîşandan û hate girtin.
Bi hinceta parvekirinên li ser medyaya civakî 6 roj berê polîsan avêtibû ser mala Seroka Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) a Stenbolê Pinar Turk û binçav kiribû.
Turk piştî 6 rojên binçavkirinê yên li Emniyeta Vatanê, îro li Edliyeya Çaglayanê îfadeya wê hate girtin. Parêzerên Platforma Huqûqê ya Bindestan daxuyandin ku Turk ji ber hevpeyvîna xwe ya di derbarê êrîşên li ser Efrînê de hatiye girtin.