Serlêdana parêzerên Ocalan hate redkirin

Serlêdana parêzerên Ocalan hate redkirin

Serlêdana ku parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kiribû, bihinceta “keştî xirabe ye” red kirin.

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç ji bo hevdîtina asayî a heftiyane bi muwekilê xwe Ocalan re pêkbînin serî li dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn. Dozgeriyê bihinceta “keştî xirabe ye” serlêdan red kir.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve nekarîne hevdîtinê bimuwekilê xwe re pêkbînin. Serlêdanên parêzeran her carê bi hincetên weke “keştî xirabe ye”, “muxalefeta hewayê” û “keştî ji tehmîrê hatiye lê ewraq kêmin” yan jî “betlana fermî” tê asteng kirin.