Serlêdana parêzerên Ocalan dîsan hate red kirin
Serlêdana parêzerên Ocalan dîsan hate red kirin
Serlêdana parêzerên Ocalan dîsan hate red kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtina asayî ya heftane pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Rayedarên girtîgehê dîsa bi hinceta "keştî xerabe ye" destûr nedan parêzer biçin Îmraliyê.
Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Cengîz Yureklî û Mazlum Dînç ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê dîsa rayedarên Îdareya Girtîgeha Îmraliyê serlêdana parêzeran bi hinceta "Keştî xerabe ye" red kirin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan herî dawî di 27'ê Tîrmeha 2011'an de bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin pêk anîbûn. Her tim bi heman hincetan serlêdanên parêzeran hat redkirin û destûr nedan ku parêzer biçin Îmraliyê.