Serlêdana malbatan hate redkirin

Malbatên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Serlêdana malbatan hate redkirin.

Xwişk, bira û wasiyê Rêberê Gelê  Kurd Abdullah Ocalan, Fatma Ocalan, Mehmet Ocalan û  parêzer Mazlum Dînç ji bo bi Ocalan re hevdîtin bikin, bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Lê serdozgeriyê daxwaza malbatan red kir.

Birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim, birayê Omer Hayri Konar, Alî Konar û xwişka Veysel Aktaş, Sabîha Aslan jî bi boneya hevdîtinê bi rêya parêzeran serî li dozgeriyê dan. Heman dozgeriyê daxwaza her sê malbatan jî red kir.

Serdozgeriya Komarê ya Bursayê, bi hinceta “Sînordarkirina mafên hikûmxaran” daxwaza malbatan red kir. Serdozgeriyê ji 11’ê îlona 2016’an û vir ve serlêdana malbatan red dike.