Serlêdana hevdîtinê ya bi Ocalan re cara 76’an jî hate redkirin

Serlêdana malbatê ya hevdîtinê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê cara 76’an jî hate redkirin.

Daxwaza hevdîtinê ya bira û xuşka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û Fatma Ocalan a bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn, hate redkirin. Dîsa hevdîtina malbatên Hilmî Yildirim, Omer Hayrî û Veysel Aktaş ên li heman girtîgehê ne jî hate redkirin.

Serdozgeriyê daxwazên malbatan bi hinceta ‘Sînordarkirina mafê hikûmxwariyan’ a dikeve Qanûna Mafê Înfaz Tedbîrên Ewlekarî û Ceza ya Hejmara 5275’an, red kir.

Bi vî awayî daxwaza malbatan a hevdîtinê ji 11’ê Îlona 2016’an heta niha bû cara 76’an tê redkirin.