Serlêdana 700. a ji bo hevdîtinê jî nehat qebûlkirin
Parêzerên Ocalan, ji bo muwekîlê xwe bibînin cara 700'î serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê ev serlêdan jî nehat qebûlkirin.
Parêzerên Ocalan, ji bo muwekîlê xwe bibînin cara 700'î serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê ev serlêdan jî nehat qebûlkirin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç, Cengîz Yureklî û Mehdî Oztuzun, ji bo karibin sibê muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Lê belê serdozgeriyê ev serlêdan jî red kir.
Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve parêzer ev bû 700 car serî li dozgeriyê didin, lê destûr ji wan re nayê dayin ku karibin biçin Îmraliyê.